Mike Pence teleûna Serokê Kurdistanê kir

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Cîgirê serokê helbijartî yê Amerîkayê li gel Serok Barzanî birêya telefûnê behsa çend mijaran kirin

Ccîgirê serokê hilbijartî yê Amerîkayê Mike Pence bi rêya telefonê ve hevdînek li gel serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêkanî.

Di vê hevdîtina telefonî de cîgirê serokê hilbijartî yê Amerîkayê amaje bi serdana xwe ya berê bo Kurdistanê kir û rêzdariya xwe jî li hember xebata gelê Kurdistanê û qurbanîdana hêzên Pêşmerge anîn ziman û nirxê rola Pêşmerge û pesnê wê yên di tekoşîna dijî terorîstan anîn ziman. Herwaha got Serokê hilbijartî yê Amerîkayê û bi xwe û welatê wan bi giştî û rêveberiya nû ya Amerîkayê piştevanê gelê Kurdistanê û Pêşmerge ye û ew piştevanî jî dê berdewam bike.

Li hember vê yekê Serok Barzanî pîrozbahiya xwe pêşkeşî Serok û Cîgirê Serokê nû yê helbijartî yê Amerîkayê kir, ji ber serkeftina wan a di helbijartinên Amerîkayê de û spasiya helwêsta serokê helbijartî yê Amerîkayê kir ku di helmeta helbijartinan de piştevaniya xwe ya ji bo gelê Kurdistanê ragehandiye. Herwaha got, gelê Kurdistanê rastî zilm û belayên zêde hatiye û hêvî xwest ku Amerîka û rêveberiya nû piştevanên daxwazên rewa ên gelê Kurdistanê bin.

Herwaha di vê hevdîtinê de her du aliyan berfireh kirina peyvendiyên herêma Kurdistanê û Amerîkayê kirin.