Mesrûr Barzanî: Piştevaniyeke cidî ji bo Kurdan heye

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف

 


Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku armanca seredana şanda Kurdistanê bo Amerîka spaskirina îdareya Amerîkayê ye li ser wan alîkariyên ku pêşkêşî Kurdistanê kirine.

Mesrûr Barzanî ku serokatiya şanda Herêma Kurdistanê dike, ji rojnamevanan re got ji bo zanîna bernameya îdareya nû ya amerîka di şerê DIŞIê de û çend pirsên din wan seredana Amerîka kiriye û çendîn hevdîtin û civîn jî encam dane.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di bersiva pirseke Nûnerê Rûdawê yê Washingtonê Namo Ebdulah de got ew li gel hejmarek şêwirmendên ku bandora wan heye civiya ne û gotûbêj encam dane û wan şêwirmendan ew piştrast kirine ku dê îdareya nû li ser alîkarî û piştgiriya Kurdistanê û Pêşmerge berdewam be.

Mesrû Barzanî li Washingtonê pirsên rojnamevanan bersivandin, Pirsên ji Barzanî hatine kirin û bersivên dane ev in:

Mebesta seredana we çi ye?

Armanca seredana me bo Amerîka sipaskirina îdareya Amerîkayê ye li ser wan alîkariyên ku pêşkêşî Herêma Kurdistanê kirine. Herwiha me xwest ku em bizanin têgihîştin, bername û plana îdareya nû ya amerîka ji bo piştgirîkirina herêma kurdistanê di şerê li dijî daişê de çi ne. Hêviyên me hene ku rêveberiya nû ya Amerîkayê zêdetir alîkariya rêveberiya Herêma Kurdistanê bike.

Hevdîtinên we bi rayedarên pilebilind ên rêveberiya Trump re pêk anîn, çawa derbas bûn?

Me çend hevdîtin bi şêwirmendên di rêvberiya nû de cihbigrin re pêk anîn. Em pê hesayîn ku piştgiriyê gelê kurd dikin. Herwiha em piştrastkirin ku dê li ser piştevaniya xelkê Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge berdewam bin. Heta ku dibe alîkariyê wan zêdetir jî bibin.

Dema hûn li Washingtonê, serokê nûhilbijartî yê Amerîkayê Donald Trump peywendiyeke telofonî bi Serok Mesûd Barzanî re pêk anî. Hûn vê çawa dinirxînin?

Ev yek tê wateya ku rêveberiya nû ya Amerîkayê dê li ser alîkarî û piştevaniya xwe berdewam be. Lê ji ber ku hêj dest bi peywirê nekirine ez bawernakim ku bi zelalî polîtikaya ji niha de eşkere bikin. Digel vê yekê jî tê xuyandin ku dê alîkariya me bikin.

Şanda we bi James Mattis ê Trump ew wekî wezîrê berevaniyê destnîşan kiriye re hevdîtin pêk anî?

Ew hêj tevlî rêveberiyê nebûne û weke fermî dest bi kar nekirine. Ji ber vê yekê jî ez naxwazim eşkere bikim ku me bi kê re hevdîtin kirine. Lê ez dikarim bibêjim me bi şêwirmendên pilebilind re hevdîtin kirine.

Di hevdîtina bi endamên Komîteya Derve ya Kongreya Amerîkariyê de we li ser formulekê ku Amerîka yekser Kurdistanê mixatab bigre gotûbêj kiribûn. Mebesta we ji vê formulê çi ye?

Em naxwazim her tim di nav fikaran de bin. Herwiha em naxwazin her tim girêdayê kesên ku hikûmeta di destê wan de ne. Em dixwazin mekanîzmayeke dahatûya Kurdistanê garentî bike misoger bikin. Em dixwazin ji ewlekarî û aramiya gelê xwe pişrast bibin. Me behsa van kir û me xwest ku peywendiyên Bexda û Hewlêrê ji nû ve bêne dizaynkirin.

Li parlamentoya Iraqê budçeya 2017ê hat pesendkirin ku daxwaz û xwastekên rewa yên gelê Kurd di bûdceyê de nehatine berçavgirtin. Piştî vê rewşa hûn dê zêdetir liser mijara serxwebûna Kurdistanê gotûbêjan bikin?

Weke hûn dixanin Bexdayê di sala 2014ê de bûdçeya Herêma Kurdistanê birî. Hêzên Pêşmerge bi bawerî bo parastina Herêma Kurdistanê şer kir. Em dê xwe, rêgezên gelê û welatê xwe her tim biparêzin. Lê peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê dê li gorî helwesta Bexdayê be. Heger ew li ser berçavnegirtina rola Hêzên Pêşmerge û Kurdistanê berdewam bin em jî dê helwesta xwe li beramberî wan biguherin.

Hêviyên we ji rêveberiya Donald Trump çi ne?

Ez nikarim li ser navê rêveberiya nû ya Washingtonê û Serokê 45emîn ê Amerîkayê biaxivim. Lê tişta heta niha me bihîstî rêveberiya nû ya Amerîkayê dê li ser piştevaniya mafê gelê kurd û alîkarikirina Kurdistanê berdewam be. Em hêvî dikin piştevaniya wan zêdetir bibe.