Mesrûr Barzanî: Gelê Kurdistanê dixwaze bi rêya aştî serbixweyî bidest bixe

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Mesrûr Barzanî di hevpeyînekî de li gel kanala Foxnews a Amerîkî de dibêje gelê Kurdistanê dixwaze bi rêya aştî serbixweyî bidest bixe.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî ku niha bi serdaneke fermî li Amerîkayê ye di hevpeyvînekî de li gel kanala Foxnews ya Amerîkî de behsa pêşhatên dawî yên şerê dijî terorîstên DIŞIê kir û balkêşande ser şerê azad kirina Mûsilê û hevkariyên navnetewî yên bo hêzên pêşmerge û herwiha serbixweyiya Kurdistanê.

Derbarê şerê dijî terorîstên DIŞIê û pêşhatên dawî yên operasiyona azad kirina Mûsilê de Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê got: Li gor hizra min vê operasiyona azad kirina Mûsilê şereke dem dirêj be her di destpêkê de jî me ew pêşbîniya han kiribû jiber ku Mûsil meydana dawî ya şerê dijî terorîstên DIŞIê li Îraqê dibe û herwiha paytexta dewleta îslamiye jî li Îraqê de, ez nebawerim ku ev şerê han bi hêsanî bidawî were û her çiqasî û artêşa Îraqê nêzî navendê bajar bibe vê demê jî DIŞI vê bi tundî berevanî bike û bi awayekî dijwartir şer bike û bo rawestandina pêşrewiyên artêşa Îraqê vê DIŞI her cure taktîkek bikar bîne.

Derbarê ew taktîkên ku DIŞI wan bikar tîne Mesrûr Barzanî got: Kolandina tunelan, bikar anîna tirimbîlên bombekirî, balefirên bê pîlot yên bombekirî û qenasbidest, ew çend taktîkên ku DIŞI di şerê dijî artêşa Îraqê de wan bikar tîne.

Di bersifa pirsekî de ku gelo DIŞI balefirên bêpîlot bikar aniye anjî na? Mesrûr Barzanî got: Bêgoman DIŞI di demên derbasbûyî de çendîn car ew balefirên han li dijî me bikar aniye, eger hine naskirina we li ser bajarê hebe vê bizanibin ku ev bajar niha li ser du eniyan hatiye dabeşkirin eniya rojhilat û eniya rojava û rûbarê Dîcleyê di navbera wan de derbas dibe, eniya rojhilatê bajarê ku piraniya şêniyên vê Kurd, mesîhî û beşek jî erebin û niha piraniya wan aware bûne û niha li vê eniyê de şereke dijwar berdewame û piraniya alîgirên lokalî yên DIŞIê li eniya rojavayê bajarê dene û ev şer û pevçûnên ku niha diqewmin bi tevahî li eniyê rojhilatên lewre dema ku şer bigehêje eniya rojava vê demê tê payîn ku şer hîn dijwartir bibe jiber vê çendê negengaze ku pêşbîniya bilez dawî hatina şerê bikin.

Mesrûr Barzanî di beşeke din ya axaftinên xwe de diyar kir ku hêza şerker ya bejayî pêşmerge bû û netenê karî DIŞIê rawestîne belku DIŞI neçar kir ku paşkeşî jî bike û herwiha pêşmerge hevkar û fakterekî gelek sereke bûye bo têkşikandina DIŞIê û niha jî tê dîtin ku di nava bajarê Mûsil û Tileferê de jî lêv û tevgerên DIŞIê lawaz bûne.

Derbarê çekên ku hêzên pêşmerge li dijî terorîstên DIŞIê bikar anîne Barzanî got: Tevahiya ew serkeftin û pêşrewiyên han bi wan çekên biçûk û kilasîk hatine bidest xistin ku di destê hêzên pêşmerge de bûne.

Derbarê gehêştina hevkariyên navnetewî de bo hêzên pêşmerge Barzanî eşkere kir ku mixabin ew hevkariyên han ne di vê astê de bûn ku em li benda wan bûn lêbelê em wan hevkarî û alîkariyên ku heta niha hatine pêşkêşkirin her bi girîng wesif dikin lê ev tişta ku em li benda vê bûn heta niha negehêştiye destê me jiber ku li gor me lazim bû Kurd bi çek û cebelxaneyên giran werin pirçekkirin daku hijmara qurbaniyên Kurd kêmtir bibe, bila ji we re bêjim me nêzî hezar û 500 şehîd dane û zêdetir ji 10 hezar birîndarên me jî hene, eger amûr û amrazên pêwîst yên leşkerî di destê me de hebana vê demê hijmara han vê gelekî kêm bûbana, tu hesabê zarokên xwe bike, eger zarokên xwe bişênî eniya şer vê tu çawe bihizrî daku zarokên te serkeftî bin û xwe biparizên anjî wan çawe pir çek dikî? Ew tişta han bo me jî her wisaye.

Di bersifa pirseke din ya derbarê desthilatdarî ya piştî ji nav birina DIŞIê de Mesrûr Barzanî got: Şêniyên vê parêzgehê ji pêkhateyên etnîkî û olî yên cuda cudane jiber vê çendê lazime bo îdare kirina vê parêzgehê û gerentî kirina ewlekarî û aramiya vê parêzgehê ( Mûsil) lazime lihevkirinek di navbera aliyan de hebe lê mixabin heta niha ew lihevhatin nehatiye îmzekirin û hatiye paşxistin.

Derbarê mafê serbixweyiya Kurd û nêzîkatiyên Amerîkayê yên li hember serbixweyiya Kurdistanê de Mesrûr Barzanî got: Xwedê mafê serbixweyî pêşkêşî gelê Kurd kiriye weke netewên din yên cîhanê, jiber çi dibe Kurd ji vê mafa xwe ya xwezayî were bêparhêştin? Di demekî de ku tevahiya gelên din xwedan vê mafa hanin? Li gel vê yekê de jî em realîstin û dixwazin bi rêya aştiyane serbixweyiya xwe bidest bixin bi awayek ku bikaribin bi aştî li gel Cîranên xwe bijîn û herwiha dixwazin piştrast bin ku ew tişta ku bidest dixin vê bo gelê me bimîne.

Di bersifa pirseke din de ku dibêje gelo eger hat Kurdistana serbixwe hate damezrandin vê demê hunê daxwaz ji Amerîkayê bikin anjî daweta Amerîkayê bikin ku navendên leşkerî di nava axa Kurdistanê de çê bike? Mesrûr Barzanî got: Di rastî de ti kêşeyeke me tuneye lê ew dema han em weke welatekî serbixwe vê destê me hîn vekirîtir be bo biryarên bi vê rengî û herwiha lazime mekanîzmek hebe bo pêşî girtin ji xirab bikar anîna desthilatê ji aliyê her kesekî ve yêku dixwaze kontrola her tiştekî bike.