Îro salvegera darde kirina Şêx Ebdulselam Barzaniye

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Dîroka 14ê Berfenbarê di dîroka kurdan de xwediyê ciheke girîng û rûpeleke reş e. Ji ber rêberekî kurd ê welatparêz û rewşenbîr di 14’ê  Berfenbara 1914’ê de hatiye darvekirin. Ev rêber, Şêx Ebduselam Barzanî ye ku ji Dewleta Osmaniyan xwestiye ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî.

Di dîroka kurdan de gelek mînakên darvekirina rêberan hene û yek ji van jî darvekirina Şêx Ebdulselam Barzanî ye ku bi mêrxasî, welatparêzî û mirovhezî ya xwe dihate nasîn. Şêx Ebdulselam Barzanî di nava dîroka netewî ya kurdan de xwediyê ciheke hêja ye.

Ji ber ku 1907’an de Şêx Ebdulselam Barzanî ji navenda Dewleta Osmaniyan re nameyek dişîne û daxwaz dike ku mafên kurdan ên xwezayî û netewî werin naskirin. Lêkolîner Kerem Serhedî amaje dike ku ev yek dibe sedem ku Şêx Ebdulselam Barzanî ji aliyê Osmaniyan ve wekî gefekê were dîtin.

Lêkolîner Kerem Serhedî wiha got:”Şêx Evdilselam Barzanî xwest ku li Kurdistanê zimanê kurdî bibe zimanê fermî û her wiha daxwaz kiri bû ku zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û wî pêwîst didît ku memurên Kurdistanê zimanê kurdî bizanibin.”

Li gorî gelek siyasetmedar û dîroknasan ked û xizmeta Şêx Ebdulselam Barzanî  di destkeftiyên kurdan ên niha de bi teybetî jî Başûrê Kurdistanê de gellekî girîng e. Şêx Ebdulselam Barzanî li gel mêrxasî û welatparêziya xwe di heman demê de rêbereke humanîst û paristvanê edaletê bû. Lêkolîner Seîd Veroj dibêje ku Şêx Ebdulselam Barzanî li gel netewperweriya di heman demê de rêbereke reformîst jî bû.

Lêkolîner-Nivîskar Seîd Veroj jî wiha da zanîn û got: Şêx Ebdulselam Barzanî reformîsteke baş bû wî milkiyet ji holê rakiribû û erd li nava xelkê parve kiri bû. Her wiha zewaca bi zorê qedexe kiri bû û nedihişt ku keç bêyî dilê xwe werin zewicandin.

Şêx Ebdulselam Barzanî, birayê Mele Mistefa Barzanî yê mezin e û li ber çavê Mele Mistefa Barzanî tê darvekirin. Wê demê Mele Mistefa Barzanî biryar dide ku ew ê derkeve çiyayên Kurdistanê û ew bibe xwarina gur û roviyan jî ew ê nekeve destê dijmin û dagirkeran.

Şêx Ebdulselam Barzanî ji aliyê parêzgarê Musilê Suleyman Nazîf ve ku ew bi xwe ji Diyarbekirê ye hate darvekirin. Lê niha hêzên cîhanî  ji bo rizgarkirina Musilê alîkariyê ji neviyên Şêx Ebdulselam Barzanî dixwazin. Her wiha Başûrê Kurdistanê jî bi perspektîfa Şêx Evdilselam Barzanî ber bi serxwebûnê ve diçe.