Mesrûr Barzanî: Metirsiyên ranegehandina serbixweyî ji metirsiyên ragehandina serbixweyî gelek zêdetirin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Mesrûr Barzanî di gotara xwe ya dawî ya li konferansa serbixweyiya Kurdistanê de dibêje metirsiyên ranegehandina serbixweyiya Kurdistanê ji metirsiyên ragehandina serbixweyiya Kurdistanê gelek zêdetirin.

Mesrûr Barzanî herwiha diyar kir ku serbixweyî mafeke xwezayî ya gelê Kurde û pirs ewe ku Kurd kengî û çawe ber bi serbixweyî ve pêngav davêje? Çima lazime Kurd daxwaza serxwebûnê bike? Çima lazime niha ew daxwaz were kirin?

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de got: Rîsk û metirsiyên serxwebûnê hene lê tişta girîng ewe ku serbixweyiya Kurdistanê deverê ber bi aramiyê ve dibe. Eger em li rabûr û serbûra xwe mêze bikin dibînin ku rabûr û serbûreke me ya têjî ji malwêranî, awareyî, kîmiyabaran û enfal heye. Pirs niha ne aramî ya naaramiye jiber ku Rojhilata Navîn box we devereke naarame netenê li gel Kurd belku dewlet û welatên deverê jî bi hevûdu re xwedan kêşe û alozîne, me heta niha ezmûna hebûna dewleta Kurdî li Rojhilata Navîn de nedîtiye dakû bizanin ka gelo fakterê aramiyê ye anjî fakterê naaramiyê ye, lê me ezmûna nebûna dewleta Kurdî dîtiye û em dizanin ku çend karesat û terajedî biser gelê Kurd de hatine.

Mesrûr Barzanî eşkere kir ku metirsiya mezin û sereke ewe ku gelê Kurd ber bi serbixweyî ve neçe jiber ku beriya niha me dît çawe mafên me hatin binpêkirin û çi karesat û terajedî li ser me hatine meşandin niha jî tirs û metirsiya dubare bûna ew karesatên han li holêye jiber vê çendê serbixweyî û dewleta Kurdistanî rêya yekaneye bo Kurd daku xwe li hember wan karesatan biparêze.

Mesrûr Barzanî derbarê piştgîriya zagon û yasayîn navnetewî de jî got: Ew zagon û yasayên han piştgîriya dewlet û netewên xwedan serwerî dikin ne netewên bêyî dewlet weke gelê Kurd, di dema kêmiyabaran kirina Kurdistanê û di dema enfal kirina Kurdistanê de me dît ku ti zagoneke navnetewî anjî ti welatek nehat û bêje nabe Kurd werin qirkirin lê dema Îraq êrîşî Kuwaitê kir biryarên cîhanî hatin derkirin jiber ku Kuwait xwedan serwerî bû.

Mesrûr Barzanî wisa axaftinên xwe domand: Em neçarin bo parastina xwe daxwaza serxwebûnê bikin jiber ku bi çavê ne wek hev li me mêzandin û amade nebûn rêz li me û mafên me bigirin û amade nebûn jiyana me jî biparêzin em daxwaza serxwebûnê dikin daku careke din rastî kîmiyabaran û enfalkirinê neyîn û ew jî bi awayekî dibe ku zagonên navnetewî piştgîriya me bikin, yasayên navnetewî tenê piştgîriya welat û netewên xwedan serwerî dikin, piştgîriya netewe nakin weke neteweya Kurd, me ti car nedîtiye ku yasa û zagonên navnetewî piştgîriya Kurd bikin jiber vê çendê lazime li gor yasa û zagonên navnetewî bo parastina xwe daxwaza serbixweyiya xwe bikin.

Barzanî herwiha diyar kir ku ew birayên Ereb, Tirk û Îranî ku dibijên Kurd birayên mene û ti cudatiyek tuneye, bila bersifa vê pirsê bidin ku eger em birayên hevin çima ew tiştên ku bo we helalin bo me heramin, we bo xwe xwedan tevahiya mafanin, xwedan welat, dewlet û serweriya xwene, lê tiştek bo Kurd tuneye û jê re dibijî birayê minî lê ji min kêmtirî, çima dibe Kurd bi tiştên kêm razî bin? Ew pirseke ku lazime Kurd ji xwe bipirsin jiniha û pêde nabe Kurd gazindan ji kes anjî aliyekî bike eger ber bi serbixweyî ve gav navêjê vê demê lazime tenê gazindan ji xwe bike.