Çima Erdogan îslamîstên Sûriyayê firote Rûsiya û Îranê?

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف



Piştî komcivîna Moskowa yaku bi organîzatoriya Rûsiyayê û bi daxwaza Îranê û herwiha bi armanca lawaz kirin û rezîl kirina Tirkiye û îslamîstên ser bi Tirkiyeyê hatibû organîzekirin, hevsengiyên siyasî, leşkerî û olî yên li Sûriyayê bi temamî hatin guhertin.

Beriya her tiştekî lazime ew were gotin ku ev civîna han, beşdarî kirina Tirkiyeyê di civînê de û herwiha îmze kirina belgenameya dawiya civînê weke encam nameya civînê ji aliyê wan sê welatan ve bi taybetî ji aliyê Tirkiyeyê ve bi wateya îzme kirina sened anjî belgenameya şikest û herfîna siyaseta Tirkiyeyê ya îslamî û sune ye li Sûriyayê û ji vê jî zêdetir bi wateya wala derçûna hewldanên Tirkiyeyê ên li dijî PYD, YPG û çû bûna herêmeke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê ye.

Raste hinek şîrovekar dibêjin ku ew civîna han ne li gor berejwendiyên Rojavayê Kurdistanê û doza Kurd li Rojava û Sûriyayê ye jiber ku ew her sê welat di dîrokê de xiyanet li Kurd kirine û neyarên Kurdên. Bêgoman ew tesbîteke raste lê li gor mercên îro mirov nikare sedî sed bêje ew tesbîta han raste jiber ku mercên îro yên li cîhan û yên li Rojhilata Navîn jî gelek hatine guhertin.

Weke tê zanîn Amerîka beşdarê civînê nebû û aliye ku herî zêde Amerîka li Sûriyayê pê bawere û pişta xwe bi vî girêdaye Kurde, di civînê de jî her çend bi nepenî behsa Kurd hatiye kirin lêbelê di fermiyetê de behsa Kurd nehatiyekirin, lewre Kurd û Amerîka du aliyên girîng û serekîne di qirîza Sûriyayê de ku di civîna Moskow de behsa wan û rola wan ya di pêşeroja Sûriyayê de nehatiye kirin, ew yek jî dibe sedem û fakterekî gelek girîng daku Amerîka û welatên Rojavayî yên nêzî Amerîkayê gelek zêdetir li dijî hegemoniya Rûsiya û Îranê hevkariya Kurd li Sûriya û Rojavayê Kurdistanê bikin. Hevdem Îsraîl û lobiya Îsraîlê ku weke hêzeke nepenî lê bibandor ya li Sûriyayê ye wisa dixwaze ku alternatîfek bo ew pergala ku Rûsiya û Îran dixwazin li Sûriyayê cîhbicîh bikin hebe û çê kirina alternatîfeke wisa jî bi pêşniyar û zextên Îsraîl lê bi alîkarî û piştgîriya Amerîka û hevparên vî yên Rojavayî û bi destê Kurdan li Sûriyayê mimkun dibe. Jiber vê çendê em dikarin li gor mercên heyî yên li cîhan û deverê de bijin ku civîna Moskow nikare bibe sedema jinav birina pergal û îradeya Kurd bo çê kirina pergaleke fedratîf ya li Sûriyayê beruvajî Rûsiya jî di warê awa kirina pergaleke fedratîf de xwedan hizrin asayiye.

Liwir ya girîng û balkeş ewe ku di peymana Moskowê de çima Tirkiye û Erdogan îslamîstên radîkal yên ser bi Tirkiyeyê firote Rûsiya û Îranê?

Erdoganê ku di nava şeş salên derbasbûyî de xwena vê yekê didît ku vê rejîma Esed hilweşîne û bi alîkariya wan grûpên îslamîst yên radîkal ( Nusra- Ehrar Elşam, Sultan Murad, Nuredîn Zengî û DIŞI) pergaleke olî ya li ser esasê îdeolojiya sune awa bike û ew pergala han jî bixe bin sêbera xelafeta xwe û xwe bike xelîfeya suneyan di sed sala 21an de. Lê Ew xewna rengîn ya Erdoganê bo neç serî. Bêgoman çendîn sedemên vê jî hene ku lazime hine sedemên girîng liwir werin rave kirin.

Yekem sedem: Dema Tirkiye li gel DIŞIê pêk hat û îslamîstên radîkal ji naverasta Sûriyayê anî Cerablus û li dijî awa kirina herêmeke Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bikar anî, îsraîl gelek bi baldarî çavdêriya ew pêngava han ya Tirkiyeyê kir û dest bi wergirtina tedbîrên baş yên steratejîkî û siyasî kir, jiber ku Îsraîl dizane ku eger Erdogan li Sûriyayê bibe xwedan hêz û rol vê ew bibe metirsî bo ser Îsraîlê jiber ku vê Erdogan çavê xwe berê Qudisê bide û vê bixwaze qudisê ji destê Îsraîlê der bixe û qudis bike navendeke sune bo pêgehandina îslamîstên xelafetxwaz yên ser bi Erdogan, jiber vê çendê lobiya îsraîlê li ser asta navnetewî dest bi lêv û tevgerên xwe yên li dijî berfire bûna rol û bandora Tirkiye li Sûriyayê. Ji xwe Îsraîl jî weke Îran û Rûsiyayê vê gavê naxwaze Beşar Esed ji kar were dûrxistin û rejîma Sûriyayê were guhertin, jiber ku Beşar Esed û Rjîma vî baştirîn pasewanê bawermend yê Îsraîlê ye bo parastina Golan û sînorên Îsraîlê yên li vê deverê, lewre Îsraîl hin jî kesekî bawermend nedîtiye ku weke alternatîfa Esed be jiber vê çendê ew jî li gel Îran û Rûsiyayê hîn jî daxwaza mayîna Esed dike.

Sedema dudiyan jî siyast û helwestên îslamîst û suneperwer yên Erdogan ên li hember Rojava bi taybetî Amerîkaye. Hîna ti tiştek nebûye û li holê de tiştek tuneye ku Erdogan di hizra xwe de wisa di şevrî ku îslamîstên terorîst vê ji Erdogan re li Sûriya û deverê texta xelîfetiyê amade dikin û Erdogan jî dibe xelîfeya sune û îslamîstan û bi vê rengî dikar girîngiya xwe bo Amerîka û Rojavayê biparêze, jiber wan xeyalan Erdogan bêyî ku bigehêje hemamê xwe rût kir li ber çavên Rojavayiyan û Amerîkayê, jiber vê çendê jî Amerîka û Rojavayî zû bi plan û xewnên Erdogan hesiyan û tedbîrên xwe stendin û ramê ku Erdogan bi çar destan Tirkiye pêşkêşî Amerîka û Rojavayê kir û daxwaz ji wan kir ku li hember vê pêşkêş kirinê dev ji piştgîrî kirina Kurdan berden lê Amerîka û Rojavayî beruvajî tevgeriyan û di şûna ku piştgîriya Erdogan û pergala vî ya sune û îslamîst bikin piştgîriya pergala sekolar ya Kurdan kirin û hevkariyên xwe bo YPG û hêzên pêşmerge domandin, ew yek jî bo sedema derketina nakokiyên gelek dijwar yên steratejîkî û leşkerî di navbera Tirkiye û Amerîkayê de.

Sedema sêsiyan jî dijî hev bûna steratejiya Rûsiya û Tirkiyeyê ye li Sûriyayê, weke me got Tirkiye daxwaza pergaleke îslamî ya sune a li ser rêçika xelafetê ( ew tişta ku DIŞI daxwaza vê dikir) dikir lêbelê li gor Rûsiyayê ava kirina pergaleke îslamî ya sune li ser rêçika xelafetê bi wateya ji dest dana Sûriyayê ye ji aliyê Rûsiyayê ve jiber ku Sûriya li peravên behra spî û navenda Rojhilata Navînde weke navendeke gelek girîng ya leşkerî û steratejîke bo Rûsiyayê û hevdem deriya yekane ya Rûsiyayê ye bo deverê. Herwiha li gor hizra Rûsan, îdeolojiya sune hertim radîkaltire ji îdeolojiya şiî, lewre bo Rûsiyayê hebûna pergaleke şiî li Sûriyayê gelek baştire ji pergaleke sune.

Sedema çaran jî siyaseta mezhebî û perawêzkar ya Tirkiyeyê ye. Jiber ku Tirkiye li Sûriyayê wisa ji xwe re hizir dikir ku ew îslamîstên terorîst xwedan hêza civakî û leşkerîne û dikarin planên Tirkiyeyê yek biyek cîhbicîh bikin. Jiber vê çendê Tirkiye çi li ser asta navxweyî û çi li ser asta herêmî û Sûriyayê de dest kir bi cîhbicîh kirina siyasetên îslamîst û perawêzkar yên radîkal. Lê şikestên siyasî, leşkerî û steratejîk yên îslamîstên terorîst di piratîk û meydanên şer de, herwiha lawazbûna pêgeha wan ya civakî, ew yek ji Erdogan re îsbat kir ku bi ti awayî nikarên derfeta cîhbicîh kirina plan û xewnên Erdogan ji bo Erdogan biafirênin. Jiber vê çendê bi berçavan re derbas kirina siyaseta Amerîka û Rojavayiyan li hember Tirkiye bi taybetî li hember Erdogan, Erdogan neçar kirk u bi hesabê xwe bo dijatî kirina Kurdan û pêşî girtin ji awabûna herêmeke Kurdî, berê xwe bide Rûsiya û Îranê û wan neçar bike ku li gel lêdana îslamîstan, YPG û PYDê jî ji nav bibin, lêbelê civîna Moskow ew yek îsbat kir ku Tirkiye çawe ji aliyê Erdogan ve bo dijatî kirina Kurdan pêşkêşî Amerîka û Rojavayê hatibû kirin lê encam neda, her wisa jî vê carê jî xwe teslîm kirina Tirkiyeyê bi Rûsiya û Îranê û firotina îslamîstên radîkal ên sune bi Rûsiya û Îranê ji aliyê Tirkiyeyê ve  ti encam neda û encama yekane bi tenê mayîna Tirkiye û ji nav birina îslamîstên radîkale ku Tirkiye di nava şeş salên derbasbûyî de bo cîhbicîh kirina xewin û planên xwe her cure hevkarî û piştgîriyek pêşkêşî wan kiribû.

Di civîna Moskowyê de lawaziya Tirkiyeyê bi başî hate dîtin, jiber ku rojek beriya civînê balyozê Rûsiya yê li Enqereyê ji aliyê polîsekî Tirkiyeyê ve hatibû kuştin û ew yek ji bibû sedema çê bûna tirseke mezin di dilê Tirkan de jiber ku digotin vê vê carê Rûsiya tirşika me derxe, lê Rûsiya hîn jî karên xwe bi Tirkan hene lewre bilez naxwaze helwesteke tund nîşanî Tirkiye bide, Rûsiya ne welatekî wisaye ku li hember kuştina balyozê xwe ji aliyê Tirkiyeyê ve bêdeng be, ew yek bibû sedema vê yekê ku netenê di civînê de bêrêziyên gelek mezin ji Tirkiyeyê re werin kirin û Tirkiye wan qebûl bike belku bibû sedem ku Tirkiye bi destekî lawaz û îtaetkarê Rûsiyayê beşdarê civînê be, di civînê de xalek gelek girîng ket ber çavê min ku di zagonên dîplomatîkî de bi wateya bêrêziye û ti kes qebûl nake, ew jî ew bû ku navên Rûsiya û Îran bi pîtên pirreng û bold hatibûn nivîsandin lê navê Tirkiyeyê bi pîtên bêreng û zirav hatibû nivîsandin, ew jî bêrêziyeke geleke mezine ku ji Tirkiyeyê re hate kirin û Tirkiye jî ew yek qebûl kir jiber ku lawaz û şikestxwariye.

Erdelan Goran