Îran bi teqînên Koyeyê re dixwaze çi bêje?

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Gelo heta dawî wisa bo Îranê diçe serî?

Weke agehdarin beriya du rojan li bajarê Koyeyê li berdem baregeha komîteya siyasî ya HDKê du teqîn pêk hatin û di encama wan du teqînan de 7 ciwanên Kurd ku yek ji wan endamê asayîşa Koye û 6ên din jî pêşmergeyên HDKê bûn şehîd ketin û hijmarek welatiyên din jî birîndar bûn.

Raste nabe di dema ku li ser kiriyarên terorîstî yên li Koyeyê prosesa lêkolîn kirinê didome, em nabe pêş prosesê bikevin û kesek anjî aliyek bi pêk anîna wan kiriyaran tawanbar bikin, lêbelê ez sedî hezar bawerim ku ev kiriyarên han yên terorîstî tenê û tenê karê komara Îranê ye ku dixwaze bi tirsandin û terorê çawên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê bitirsîne jiber ku dîroka komara Îranê di 35 salên derbasbûyî de ew yek bi başî bo cîhanê îsbat kiriye.

Xala ku ez dixwazim liwir behsa vê bikin ew gelo Îran dixwaze bi wan teqîn û kiriyarên terorîstî çi bêje û çi peyamekî bide raya giştî ya gelê Kurd? Gelo heta dawî vê wisa bo Îranê biçe serî anjî na?

Îran weke dewletek ku li ser asta cîhanî navê wî di nava lîsteya reş ya piştgîrî kirina teror û terorîstan deye, di wan salên dawî de bi bikar anîna îdeolojiya şîatî û penaberên Efxanî, Pakistanî û şêniyên welatên hejar yên din ên ku li Îranê ne herwiha bi bikar anîna şîiyên Îraqê yên dogmatîk hewl bo vê yekê dide ku îdeolojiya xwe bi rengekî tundtir û bi rêya çek û kiriyarên terorîstî li deverên din yên navçeyê de belav bike.

Di vê çarçoveyê de Îran li Îraq, Sûriya, Efxanistan, Pakistan û çend welatên din yên qefqasiya û asiyaya naverast û yemenê de jî serkeftî bûye lêbelê li Kurdistanê de hewlên Îranê yek bi yek hatine pûçkirin û ti encamek ji wan derneketiye.

Jiber vê yekê Îran gelek ji raya giştî ya Kur hem Rojhilat, hem Başûr, Bakûr û Rojava, aciz bûye û ti rêyeke din bo Îranê nemaye ku aciztiya xwe ya li hember Kurdan diyar bike lewre Îran bi rêya sîxor û caşên xwe yên bikirê girtî dixwaze li her parçeyeke Kurdistanê bi hêlên gerim yên vê parçeyê bilîze.

Ev kiriyarên terorîstî yên ku li bajarê Koyeyê jî pêk hatin  yek ji wan rêbaz û modelaye ku Îran li hember Kurdan box we kiriye esas. Îran bi pêkanîna teqînên Koyeyê dixwaze çend peyaman bide raya giştî ya Kurd li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê.

Yekem Rojhilatê Kurdistanê: Îran dixwaze ji Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê re bibêje, binêrên min çawe Dr Qasimlû û Dr Şerefkendî teror kirin û kes ti tiştek ji me re negot ezê niha jî dikarim ew part û aliyên ku dilê we bi wan germe ji nav bibim û kes tiştek ji me re nabêje. Bi kurtî dixwaze çavên Kurdên Rojhilatê Kurdistanê û part û aliyên siyasî yên vê parçeyên Kurdistanê bitirsîne. Gelo Kurd vê bitirsin anjî na?  Bêgoman Kurd natirsin jiber ku mirin bo xwe ji Kurdan ditirse çimku Kurd tevahiya cureyên mirinê cerbandine û ji ti cureyeke mirinê natirsin lewre mirin bo xwe ji Kurdan ditirse. Ya rast ewe ku lazime komara Îranê ji Kurdan bitirse jiber ku sînoreke sebira Kurdan jî heye û eger ew sînora han were derbaskirin vê demê civaka Kurd bêyî ti cudatî li hember zilm, dagîrkerî û terorê serî hilde û dîktatoran ji nav bibe.

Herwiha Îran bi wan kiriyarên terorîstî yên ku li Koyeyê pêk anî dixwaze ji raya giştî ya Faris, azerî û kemenetewên din yên Îranê bi taybetî belûçên ku li Başûrê Îranê hêdî hêdî xwe li dijî rejîma Îranê amade dikin vê yekê bêje ku ez hîn jî bihêzim û dikarim her karekî bikim û ji belûçan re jî dixwaze bêje, hun jî weke Kurdan li dijî min tev negerin eger tev gerin ezê wisa jî li we bikim.

Ji aliyeke din ve jî Îran dixwaze toleya leşker, besîc û pasdarên xwe bike ku hawîna îsal di pevçûnên li gel partiyên Kurdî de bi taybetî li gel HDKê de hatine kuştin daku bi vê rengî morale xirabbûyî yên artêşa xwe bihêztir bike.

Duyem Başûrê Kurdistanê: Îran di teqînên Koyeyê de bêgoman xwest peyamek jî bide hikûmeta Kurdistanê û ew peyama han jî ew bû ku binêre ez dikarim di nava axa te de kiriyarên terorîstî bikim û kest tiştek ji me re nabêje. Û herwiha xwest bi wan kiriyaran wisa nîşan bide ku rewşa ewlekarî ya li Başûrê Kurdistanê aloz û xirabe û ewlekariya ti kesekî li Başûrê Kurdistanê de tuneye. Lê gelo wisaye an jî beruvajiye?

Cîhan û civaka cîhanî dizane ku Kurd li Başûrê Kurdistanê çawe karîn ku ax û netewa xwe li hember her du tîmên îslamîst ên terorîstî DIŞI û Heşda Şebî biparêzin û metirsiyên wan li ser axa Kurdistanê ji holê rabikin. Jiber vê çendê eger sîxorekî bikirêgirtî yê Îranê li bajarekî Kurdistanê de kiriyarekî terorîstî pêk bîne ti bandorek li ser morala gelê Kurd û rewşa ewlekariya Kurdistanê nake û ji bilî wan deverên ku rejîma Îran û îtlaata Îranê têde bi azadî çalakiyan pêk tînin li ti devereke din ya Kurdistanê de rejîma Îranê bi ti awayî nikare tevbigere jiber ku tedbîrên ewlekarî û hesta nîştimanperweriya gelê Kurd gelek bihêztire ji aqil û planên rejîma Îranê.

Peyama din yaku rejîma Îranê xwest bi teqînên Koyeyê bide hikûmeta Kurdistanê ew bû ku Îran xwest ji hikûmeta Kurdistanê re bêje serê xwe li hember desthilata şîiyan ya li Bexdayê bitewîne û li gor berejwendiyên Tehran û Bexdayê tevbigere. Lê gelo hikûmeta Kurdistanê û gelê Kurd di wisa bikin anjî na? Bêgoman na jiber ku bi dehan sale gelê Kurd li hember zilm û zordariya Bexda û şîi û suneyên Îraqê berê xwe daye û kariye di nava Îraqeke wêran kirî û têjî ji terorê Kurdistaneke aram û biewlek awa bike jiber vê yekê jî gef û kiriyarên bi vê rengî yên rejîma Îranê ti bandorek li ser siyast û steratejiya  hikûmeta Kurdistanê nakin.

Gelo heta dawî wisa bo Îranê biçe serî?

Rejîma Îranê niha bi heşda şebî û îslamîstên radîkal ên şîi yên li Sûriya û çend welatên din serfiraz û serbilinde û wisa dihizre ku heta dawî vê wisa jê re ew rewşa han bimîne, bêagehe ji vê yekê ku sîstema cîhanî gora rejîma Îranê kolandiye û kefena vî jî dûriye. Sîstema cîhanî çawe rê neda ku Erdogan li Sûriyayê xelafeteke îslamîst a radîkal li ser esasê îdeolojiya sune awa bike her wisa jî rê nade rejîma Îranê ku bi rêya teror û kiriyarên terorîstî hegemoniya xwe li ti welatekî deverê de bisepîne, bi taybetî ew welat jî Kurdistan be ku weke welat û dewleteke sokolar bûye wargeheke aram bo tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî yên deverê bi taybetî Mesîhî ku sîstema cîhanî jî li ser îdeolojiya mesîhiyetê tê meşandin. Ji ber vê çendê ew kiriyarên terorîstî yên ku Îran li hember Kurdan û partiyên Kurdî wan bikar tîne roj biroj dibin sedema bilez kirina mirina rejîma Îranê box we, jiber ku Kurd niha endamên hevpeymaniya cîhanî ne û Kurdistan li Rojhilata Navîn de bûye welatekî pir reng ya olî, etnîkî û çandî, ew jî yek ji armancên serekî yên sîstema cîhaniye li deverê de. Lewre her cure êrîş û kiriyareke terorostî ku ji aliyê kî ve li Kurdistanê de bê pêk anîn, aliya pêkhêner dibe armanca pergala cîhanî. Jiber ku niha hevpeymaniya cîhanî û pergala cîhanî li gor madeya 5an a peymannameya NATOYê li hember Kurdistanê tev digere û asayîş û ewlekariya Kurdistanê bi ewlekarî û asayîşa xwe dizane.

Erdelan Goran