Hollande: Lazime cîhan piştgîriya Kurd bike

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Serokê Kurdistanê û Serokê Franseyê piştî civîna xwe presskonferansek lidar xistin.

Îro piştî ku Serokê Franseyê Fransisco Hollande gehêşte Hewlêrê û ji aliyê Serokê Kurdistanê û hijmareke rayedarên din yên Kurdistanê ve hate pêşwazîkirin, serdana çiyayê Zertikê jî kir û piştî re vegeriyan Hewlêrê û li gel Serokê Kurdistanê civiyan û piştî civînê jî presskonferanseke hevbeş lidar xistin ku ew jî naveroka vê presskonferansa hane;

Serok Barzanî di destpêka presskonferansa han de bi germî bixêr hatina Serokê Franseyê kir û ragihand ku Hollande ew cara dudiyane serdana Kurdistanê dike, cara yekem şerê terorê gelek nêzî me bû û we piştgîriya me kir di şerê dijî terorê de û piştî du sal û nîvan we me serfiraz kir ku dubare serdana Kurdistanê kir, em bi hevre serdana çiyayê Zertikê kir ew çiyayê ku hêzên pêşmergeyên qehreman karîn li hember terorîstên DIŞIê serkeftinên gelek mezin bidest bixin û hevpeymaniya cîhanî jî di warê asmanî de hevkariya me kir.

Serok Barzanî herwiha got: Raste niha şer di nava navenda DIŞIê deye lê ew yek ne bi vê wateyê ye ku DIŞI di warê leşkerî de bi temamî hatiye têkbirin û metirsiya DIŞI û terorê nemane mimkune di bin naveke din de dubare teror serî hilbide jiber vê çendê lazime ew hevpeymaniya han berdewam be.

Serok Barzanî di berdewamiya axaftinên xwe de ji Hollande re got: We bi çavê xwe dît ku çiqas navçeyên mezin ji destê DIŞIê bi destê hêzên pêşmergeyên qehreman hatine azadkirin û hêviya me ew ku Mûsil jî were azadkirin û qonaxa dudiyan ya operasiyona azad kirina Mûsilê jî bi serkeftî bidawî were.

Serok Barzanî herwiha got: Hêviya me bi Franseyê heye û dixwazin ku di pêşerojê de jî Franse her piştîwaniya me bike.

Di beşeke din ya presskonferansa han de Hollande jî peyvek pêşkêş kir û got: Serok min xwest di destpêka sala 2017an de serdana Kurdistanê bikim daku hêviya serkeftinê ji bo we bixwazim, di sala 2014an de dema min serdana Kurdistanê kir vê demê DIŞI gelek li Hewlêrê nêz bû û we daxwaz kir daku di şerê dijî terorê de Franse hevkariya we bike û jiber vê çendê jî Franse ew yek pêk anî û bû endamê hevpeymaniya cîhanî ya li dijî DIŞIê.

Hollande di beşeke din ji axaftinên xwe de got: Bêyî qurbanîdan û jêhatî bûna hêzên pêşmerge gelek zehmet bû ku DIŞI were têkbirin, me gelek dever dîtin ku ji aliyê hêzên pêşmerge ve hatine azadkirin û pêşmerge bi xwîna xwe ew dever azad kirine, me li çiyayê Zertikê dît û ji niha û pêde pêkhateyên olî û etnîkî ji pêşeroja xwe natirsin, pêşmerge erkê xwe cîhbicîh kir di warê têk birina DIŞIê de lewre lazime tevahiya me û cîhan jî erkê xwe cîhbicîh bike daku DIŞI bi temamî were jinav birin.

Hollande herwiha eşkere kir ku ew tişta ku hêzên pêşmerge kirine ku ji nav birina terorê bûye û pêşmerge kilîse û cêyên olî awedan dikin û ew yek jî nimûneyeke gelek ciwane li Rojhilata Navîn de û pêşmerge tevahiya cîhanê ji metirsiya terorê rizgar kir lewre lazime cîhan jî li hember ew berpirsiyartiya hêzên pêşmerge de bibe xwedan helwest û ew tişta ku we kiriye li ber çav bigre.

Hollande di berdewamiya axaftinên xwe de diyar kir ku ew bihevre jiyana ku li Kurdistanê de heye û pêşmerge berevanî jê dike tabeloyeke gelek ciwane li Rojhilata Navîn de û herwiha pêşwaziya ku we ji penaberan kiriye wisa li me kir daku em jî hinek hevkarî li gel xwe bînin.

Hollande herwiha pirsî gelo çi maye em bikin? Mûsil rizgar bikin? Belê lazime DIŞI li Îraq û Sûriyayê jî were jinavbirin û tişta ku lazime were kirin dîtina çaresereke siyasiye bo prosesa piştî DIŞIê li Mûsilê daku careke din ew devera han bi îdareyek ku rêz ji bingehên bihevre jiyanê digre were îdarekirin.

Hollande eşkere kir ku ew serdana mine bo Kurdistanê min xwest spasiya we bikim û destxweşiya hêzên pêşmerge bikim û hevkariyên leşkerî û însanî yên Franseyê bo Kurdistanê rabigehînim û em bi erka ku hêzên pêşmerge li dijî DIŞIê cîhbicîh kirine serfirazin.

https://youtu.be/J8OREg2__uc