Nêçîrvan Barzanî: Em spasiya PKKê dikin, lê divê ji Şingalê derkevin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف

 


Serokê Hikûmeta Kurdistanê di hevpeyvînekê de ragihand ku, her çiqasî gumaneke wî ya mezin heye ku teqîna li pêşiya baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKa Rojhilat ango HDK) li Koye ji aliyê Îranê ve hatibe encamdan, lê tu belgeyeke ku vê yekê piştrast bike nehatiye dîtin.

Serokê Hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevpeyvînekê de bi beşê farisî yê kanala BBC re, wê teqînê şermezar dike û dibêje “Kê li pişt wê teqînê be karekî ku nayê qebûlkirin pêk aniye û em vî karî wek êrişekê li dijî xwe dibînin.”

Şeva 21ê kanûna duyem a 2016an, dema merasima Şeva Yelda û jidayikbûna rêberê berê yê PDKÎ Ebdilrehman Qasimlo dihatin lidarxistin, du teqîn li pêşiya polîtbîroya PDKÎ qewimîn û di encama wan de 5 pêşmergeyên PDKÎ û du karmendên asayîşê şehîd ketin.

Bila PKK Şingalê vala bike

Derbarê hebûna hêzên PKKê li Şingalê jî, Nêçîrvan Barzanî dibêje “Mabûna wan li wê navçeyê alîkariya aramiya wê deverê nake û bendewariya me ji wan ew e ku ew wê navçeyê vala bikin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha got “Dema birayên me li Kobanê rastî pirsgirêkan hatin, me hêzên Pêşmerge ji bo alîkariya wan şandin wir, lê dema Kobanê azad bû û metirsiya DAIŞê li holê nema, wan daxwaz ji me kir ku em hêzên xwe vegerînin. Me wiha jî kir. Niha em jî heman daxwazê ji PKKê dikin.”

Barzanî herwiha got “Hêzên PKK alîkariyeke mezin bi bira û xwişkên Êzdî re kirin, em spasiya wan dikin. Lê hêviya me ew e ku ew ji wê navçeyê derkevin, çimkî ew navçe hestyar e û hebûna hêzên PKKê li wir rewşê hestyartir dike.”

Berpirsên KCK berê ragihandibûn ku ew dê hêzên xwe ji Şingalê vekişînin, lê Nêçîrvan Barzanî dibêje “Heta niha tu pêngaveke pratîk di vî warî de nehatiye avêtin.”

Li Rojavayê Kurdistanê siyaseteke dîktatorî tê meşandin

Li ser rewşa Rojavayê Kurdistanê jî, Nêçîrvan Barzanî got “Tenê yek daxwaza me ji wan heye, ew jî ew e ku bi hemû aliyan re danûstandinê bikin û bi wan re li hev bikin. Ew derfeta kar û çalakiyan nadin tu partiyeke din û siyaseteke dîktatorî dimeşînin.”

Derbarê girtina sînorên Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî, Barzanî dibêje “Sînor tenê ji bo alîkariyên mirovî vekirî ne. Lê dibe ku em rê li ber birina çekan bigirin. Lê niha em wê yekê gotûbêj dikin ka gelo em çi bikin da ew sînor bêhtir bêne vekirin, çimkî ev di qazanca me hemûyan de ye.”

 

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê behsa Parlamentoya Kurdistanê jî dike û dibêje “Gava parlamento hat girtin, girîngiya yekem ji şerê DIŞIê re bû. 35 kîlometr mabûn ku DIŞI bigihişta Hewlêrê. Em neçar bûn di navbera xirab û xirabtir de, xirab hilbijêrin! Lê mixabin ji bo aliyên siyasî yên din ev ne di girîngiya yekem de bû. Niha girîngiya me ya yekem vegera nûneran û destbikarbûna parlamentoyê ye. Hewldana me ew e ku em çawa nakokiyên siyasî çareser bikin.”

Li dor hebûna hêzên Pêşmerge li navçeyên cihê nakokiyê jî, Nêçîrvan Barzanî dibêje “Bêguman dê Pêşmerge li wan navçeyan bimînin. Lê mabûna me bi rêya danûstandinên bi Bexdayê re dibe. Di şerê Mûsilê de, piştî 25 salan cara yekemîn bû ku me rê da hêzên Iraqê da ji Kurdistanê ve dest bi êrişa li ser Mûsilê bikin. Berî çend salan kesî bawer nedikir ev yek biwqime. Hevkariyeke baş di navbera me de heye.”

Li ser îhtimala derketina şer û aloziyan di navbera Pêşmerge û hêzên Heşda Şeibî de, Nêçîrvan Barzanî dibêje “Em rêza xebat û şehîdên wan digirin. Roleke wan a girîng di şerê DIŞIê de heye, lê paş DIŞIê divê Bexda û rêberên siyasî yên Şiî li ser birêkxistina wan bisekinin. Divê ew bêne birêkxistin û kontrolkirin û ji xweber tevnegerin. Eger ev pêk neyê, belê îhtimal heye di siberojê de pirsgirêk derkevin.”