Antî teror tîmeke terorîstî binçav kir

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Hêzên antî teror yên Kurdistanê tîmeke terorîstî binçav kirin.

Îro civata ewlekariya Kurdistanê daxuyaniyek weşand û têde diyar kiriye ku hêzên antî teror yên ser bi civata ewlekariya Kurdistanê li derdorê Kerkûkê operasiyoneke serkeftî li dijî tîmeke terorîstî ya 6 kesî pêk aniye.

Civata ewlekariya Kurdistanê eşkere kiriye ku di çarçoveya hewldanên hêzên antî teror yên Kurdistanê yên bo pûç kirina planên terorîstên DIŞIê ên li ser bajarên Kurdistanê bi tabetî Kerkûk û derdorê, îro hêzên antî terorê li dijî tîmên terorîstî yên DIŞIê operasiyoneke serkeftî pêk anîne û di encama operasiyona han de karîne tevahiya endamên vê tîma terorîstî binçav bikin.

Di berdewamiya daxuyaniya han de hatiye nivîsandin ku ew 6 terorîstên ku hatine girtin beriya niha jî li derdorê Kerkûkê çendîn kiriyarên terorîstî pêk anîne.

Civata ewlekariya Kurdistanê navên terorîstên girtî jî eşkere kiriye;

1-Berzan Mihemed Mixlif yê bernas bi qeh ku berpirsê time bûye.

2-Rûkan Mihemed Elî

3- Nezhan Mihemed Mixlif

4- Ehmed Mihemed Mixlif

5- Mihemed Elî Îbrahîm

6- Faris Mixlef Eswed.