Lîwa Wehîd Kovelî koça dawî kir

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Îro danê sibê Fermandarê Fermandariya antî terorê ya Dihukê wefat kir.

Îro danê sibê Fermandarê Fermandariya antî terorê ya Dihukê lîwa Wehîd Kovelî jiber rawestana mêjî di nava mala xwe de koça dawî kir.

Lîwa Wehîd Kovelî ku weke dilxwaz beşdariya şerê dijî terorîstên DIŞIê jî kiribû, weke kesayetiyekî jêhatî, egîd û mêrxas dihat nasîn.

Kovelî di şerê dijî DIŞIê de bi destê xwe 15 terorîstên DIŞIê dîlgirtibû, Kovelî di sala 1971an de ji dayik bibû û îro danê sibê li mala xwe wefat kir.