Serokatiya Kurdistanê raporta gendeliyê belav kir

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Serokatiya Kurdistanê rapora salene ya pêngavên çaksazî û tekoşîna li dijî gendeliyê ragihand. Di raporê de karên Serokatiya Herêmê, hikûmt, Desteya Destpakî, Çavdêriya Darayî, Encûmena Dadwerî û Dozgeriya Giştî ya Tekoşîna Li Dijî Gendeliyê tên eşkerekirin.

Di rapora Serokatiya Kurdistanê de derbarê desdirêjiya li ser milkên giştî, pişeyên giştî, derman, tendurustî, dahata petrol û gaze, xercên giştî, hilberîn, Wezareta Pêşmerge û guhertinên rêveberiyan jî tên ragihandin.

Serokatiya Kurdistanê radigihîne, roja 10ê Sibata 2016ê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji bo pekanîna çaksaziyan çend xalên giring ragihandine û di meha Adarê de jî li gel saziyên pêwendîdar ên Herêma Kurdistanê rêzecivîn pêk anîne, di wan civînan de nexşerêyek hatiye dariştin.

Serokatiya Kurdistanê dibêje; “Di destpêka pêvajoyê de Serokatiya Herêmê nêzîkî 100 dosyayên lêkolînê daye Desteya Destpakî û ev dosya li gorî taybetmendiyên xwe bi ser aliyên pêwendîdar de hatiye parvekirin. Bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê 3 komîsyonên teybet ji bo lêkolîna destdirêjiya li ser milkên giştî, derman û pêwîstiyên pizîşkî û Wezareta Pêşmerge hatine erkedarkirin.”

Di raporê de wiha tê gotin; “Di heman demê de di Sibata 2016ê de hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya pêvajoya çakdaziyê de ji bo derbaskirina krîza darayî, kêmkirina xercan û zêdekirina dahatan çend biryar derxistine û ji bo vê jî komîsyon ava kirine. Herwiha ji bo şefafiyeta derbarê dahat û firotina gaz û petrolê xercên vê warî de hatine kêmkirin û dahat jî ji nûve hatine sererastkirin.

Di vê çarçoveyê de Wezareta Plandanan bi hevkariya Banka Nevdewletî nexşerêya Çaksazî û Aboriyê ragihadniye. Di heman demê de Wezareta Darayî bi hevbeşiya hinek şêwirmendên biyanî û nexwe di kerta giştî û sîstema bankê de bernameya çaksaziyan da dest pê kirin.”

Petrol û gaz

Serokatiya Kurdistanê di rapora xwe de pûxteya pêngavên hatine avêtin di bin çend sernavan de eşkere dike.

Di beşa yekemîn de behsa petrol, dahat û xercên giştî tê kirin û tê gotin, ku hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo çavdêrîkirin û şefafiyeta hemû dahat û xercên petrol û gazê roja 30ê Mijdara 2016ê li gel şîrketa nevdewletî ya  Deloitte girêbest îmze kiriye.

Piştî pêşkeşkirina parora encamên hûrgûlî yên şîrketa navborî dê naveroka vê raporê ji rayagiştî re bê parvekirin û xelkê Kurdistanê derbarê pêvajoya dahat û xercan de bê agahdarkirin.

Zêdekirina Bacê

Li gorî daxuyaniyê di mijara bacê de pêvajoyekî îcraat û lêpirsînan dest pê kiriye û çend komîsyonek di vê mijarê de hatine pêkanîn. Di encama kar û lêkolînan de çend kes dane dadgehê û ji ber van karan bi milyonan dînar vegeriyaye xezîneya hikûmeta Herêma Kurdistanê.

Herwiha hikûmeta Kurdistanê bi biryara jimare 4452 ya 25ê Cotmeha 2016ê biryar daye bacê ji şîrketên petrol û gazê werbigre. Li gel vê yekê, bacên li ser erdê betal, pizîşk, dermansdaz, zêringer, fermanberên biyanî û xaniyan jî hatine sererastkirin û ketine ser dahatên giştî.

Derbarê wan kes an jî şîrketên bacê nadin jî di daxuyaniyê de tê gotin, ku li gorî yasayan danûstandina ligel wan tê kirin û heta biryara xedexeya derketina derveyî welat tê derxistin.

Kêmkirina xercên giştî û zêdekirina dahatan

Di vê beşa raporê de behsa kêmkirina xercên xizmetguzariyên giştî û yên wezaret û saziyên hikûmî tê kirin û tê gotin; “Di sala 2013ê de xerxên hikûmetê 18 tirilyon û 700 milyar dînar bû, lê di 8 mehên yekem ên sala 2016ê de bi giştî xerc tenê 5 tirilyon û 34 milyar dînar bûye. Bi tevê wê yekê ku dahata bûdceyê bi rêjeya ji sedî 80 daketiye.”

Herweha di bin rênimayên kar de mijara şand û geştên fermanberan, ku piraniya wan li ser bûdceya hikûmetê bûn ji nûve hatine sererastkirin.

Di raporê de tê diyarkirin, ku bi armanca zêdekirina dahatên giştî, bacên gumrigan, cezayên darayî û kirêya xizmetguzariyan ji nû ve hatine sererastkirin.

Sîstema bayometrî

Di beşa duyemîn a raporê de behsa sîstema bayometrîkirina meaşên karmend û meşaxuran tê kirin û tê destnîşankirin, ku ev piroje di bin serpereştiya Cîgirê Serokwezîr de destpêkiriye û pişTî xilasbûna navnivîsandinê derbarê hejmara karmend û meaşxuran de datayên rast dikevin destê hikûmetê.

Rapor dibêje rûniştandina vê sîstemê dê meşaxurên neyasayî nehêle û ev pêvajo dê hêzên ewlekariyê jî li xwe bigre.

Destdirêjiya ser mulkên giştî

Di beşa destdirêjiya ser mulkên giştî de tê ragihandin, ku di çarçoveya lêkolînên komîsyona teybet de zêdetirî 20 berpirs, fermandarên leşkerî û kesên desdirêjî kirine ketine ber lêpirsîna dadgehê, bi dehan donim erd ji destê wan hatiye derxistin.

Herwiha li ser asta Dozgeriya Giştî jî ji bo pêşiya destdirêjiya ser mûlkên giştî bê girtin, 900 gilî hatine tomerkirin û gihiştine destê dadgehan.

Wezareta Pêşmerge û dezgehên serbazî

Serokatiya Herêma Kurdistanê di rapora xwe de dide zanîn, ku bi fermana Serokê Herêma Kurdistanê di nav Hêzên 70 û 80 de du erkî hatiye qedexekirin û herwiha hemû komîsyonên Wezareta Pêşmerge yên kirîna çek û erzaqê hatine hilweşandin.

Herwiha di nav vê wezaretê de bi armanca çaksaziyan hezar û 566 efser û pêşmerge hatine kêmkirin, çendîn beşên nav wezaretê hatine daxistin. Bi vê pêngavê re jî bi sedan milyon dînar vegeriyaye bo xezîneya hikûmetê.

Li gorî rapora Serokatiya Herêma Kurdistanê zêdetirî 12 dosyayên gendeliyê yên nav Wezareta Pêşmerge dane Desteya Destpakiyê û lêkolîna li ser hinek dosyeyan dest pê kiriye. Herwiha di vê çarçoveyê de erk û berpirsiyarî ji wan kesan hatiye wergirtin, ku navê wan di nav gendeliyê de derbas dibe.

Rapor dibêje planên mezin ên guhertinan di Wezareta Pêşmerge de li ber dest in û dê di demekê nêzîk de bên cîbicîkirin.

Di rapora Serokatiya Herêma Kurdistanê de çaksaziyên derbarê bazirganiya dermanan, guhertinên di heykela rêveberiyên hikûmetê, biçûkkirina saziyan jî hatiye eşkere kirin.

Herwiha stratejiya nîştîmanî ya tekoşîna li dijî gendeliyê tê şekere kirin û tê gotin, ku di salekî de 229 zanyariyên gendeliyê û 156 agahî gihiştine destê Desteya Destpakiyê. Ji van 191 bûye daxwaza cezayê û 138 dsya jî di bin lêkolînê de ne. herwiha 50 dosya jî niha di dadgehê de ne.