Hollande: Fransa berdewam dibe li piştgîrî kirina Kurdistanê

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Serokê Fransayê François Hollande piştî civîna bi Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî re li Parîsê ragihand, Fransayê di rewşên herî giring de piştgirî da Kurdistanê û tekez kir, ku ji bo wan tişta giring aramî û îstîqrara Kurdistanê ye.

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo civîna ligel Serokkomarê Fransayê François Hollande îro danê êvarî gihîşt koşka Elîzeyê (Ellysee) û ji aliyê Serokê Fransa François Hollande ve hat pêşwazîkirin.

Piştî merasîma pêşwaziyê, Barzanî û Hollande tevî şandên Kurdistanê û Fransayê derbasî Koşka Elyseeyê bûn û civîna navbera her du aliyan li pişt deriyên girtî û dûr ji çavên kamêrayan dest pê kir.

Civîna navbera Serok Barzanî û Hollande nêzîkî nîv saetî dom kir û piştre her du serokan beşdarî di konfranseke rojnamevanî ya hevbeş de kirin.

François Hollande di daxuyaniya rojnamevanî de ragihand, ku ew weke Fransa amade ne, her hevkariyekê ligel hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DIŞIê bikin, da ku DIŞIê li Iraqê têk bibin.

Hollande got: “Em amade ne, her tiştî li gel hevpeymaniyê bikin, û piştgiriya hêzên Iraqê bikin, da ku derbeke kujer li DIŞIê bixin û DIŞIê ji nav bibin”.

Hollande herwiha behsa rola Pêşmerge di têkoşîna li dijî terorê û dabînkirina ewlehiyê li deverê kir û da xuyakirin: “Pêşmerge hemû wan deverên ku kontrol kirine, aramiya wan diparêze. Em demek berê li eniya herî pêş a cebheyê jî bûn”.

Serokê Fransayê dilxweşiya xwe bo serdankirina Barzanî jî anî ziman û got, ku pêwendiyên germ di navbera her du aliyan de hene û tekezî li ser piştgiriya Fransayê bo Kurdistanê kir. François Hollande li ser vê mijarê wiha got: “Ez gelek kêfxweşî bûm, ku Serok Barzanî li vir e. Ez piştevaniya Fransayê ji wî re tekez dikim”

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî jî di vê konfransa rojnamevaniya hevbeş de got: “Ez hatim vir, da ku berî her tiştî spasiya cenabê Serok (Hollande) bikim, ji bo wê helwesta mirovane ya ku nîşanî gelê kurd da û di rojên tengasiyê de bi hawara me hat. Her weke ku cenabê wî jî got, me behsa şerê li dijî DIŞIê kir, ku em çawan bikarin hevkariya hevdu bikin û çawan ew dikarin piştevaniya Pêşmerge bikin. Gotûbêjên me jî gelek dostane bûn û gelek jî em nêzîkî hev bûn”.