Helwasîna ala Kurdistanê karekî qanûniye

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Serokatiya Kurdistanê derbarê helwasîna alaya Kurdistanê li Kerkûkê daxuyaniyek weşand

Piştî pejrandina biryara civata parêzgeha Kerkûkê ya bo helwasîna alaya Kurdistanê li bajarê Kerkûkê, îro jî Serokatiya Kurdistanê di vê derbarê de daxuyaniyek weşand.

Serokatiya Kurdistanê eşkere kiriye ku helwasîna ala Kurdistanê li Kerkûkê karekî qanûniye û ne babeteke nû ye weke çawe helwasîna ala Îraqê babetekî qanûnî û normale.

Piştî hilweşandina rejîma Besê di sala 2003an de û bi taybetî piştî hatina DIŞIê, ala Kurdistanê li Kerkûkê hebûye û her ew alaya han Kerkûk ji metirsî û êrîşên terorîstan parastiye.

Jiber vê çendê ne pêwîste ew babeta han were mezinkirin û bibe sedema alozî û arîşeyan di navbera pêkhateyên vê bajarê de û nabe ti aliyeke siyasî jî ew yek bo mebest û armancên xwe yên siyasî bikar bîne.

Çawe ala Kurdistan û pêşmerge Kerkûk parastine  lazime herwisa jî çanda bihevre jiyan û biratî di navbera pêkhateyên Kerkûkê de were bihêztirkirin.

29 Adara 2013