Amerîka bi qasî 295 miliyon dolaran çekan difiroşe hêzên pêşmerge

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Wezareta Derve ya Amerîkayê razî bû ku Washington bi awayekî ratserast çekên giran bifiroşe Herêma Kurdistanê.

Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) daxwaz ji rêvebiriya Koşka Spî kiribû ku Amerîka bi buhayê 295 milyon dolarî çekên giran bifiroşe Herêma Kurdistanê.

Ajansa Hemahengiya Asayişa Berevaniyê ya ser bi Pentagonê ve diyar kir ku Wezareta Derve ya Amerîkayê razîbûna xwe li ser vê daxwazê nîşan daye û Kongreya Amerîkayê jî bo wê yekê hatiye agahdarkirin.

Li gorî zanyariyên li ber destan Washington ji bo xurtkirina Hêza Pêşmerge dê bi awayekî rasterast çekan bifiroşe Herêma Kurdistanê.

Ji bo cîbicîkirina vê pêşniyara Pentagonê, pêwîst e Encumena Senato ya Amerîkayê vê yekê pesend bike. Ji bo wê çendê jî, biryar e ev pêşniyar di Encumena Senato ya Amerîkayê de were gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyekê de, ew çek û teqemenî ji bo yekîneyên topxane û piyadeyên Hêza Pêşmerge ne.

Çekên ku Pentagonê pêşniyar kiriye da ku bo Herêma Kurdistanê werin firotin, ev in: 113 Hummer, 36 topên ji curê Howitzer 105 mlm, sîstema nasîna çekên kîmyayî û biyolojîk, amûrên parastina ji çekên komkuj, 4,400 parçe çekên sivik, 46 doçka, 186 BKC.