Serok Barzanî peyameke pîrozbayî pêşkêşî mîdiyakarên Kurdistanê kir

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Serokê Kurdistanê bi minasebeta 119mîn salvegera rojnamegeriya Kurdî peyameke pîrozbayî pêşkêş kir.

Îro Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bi minasebeta 119mîn salvegera rojnamegeriya Kurdî peyamek pêşkêş kir ku ew jî tekesta vê ye;

Binavê xwedê bexşende û mihriban

Bi minasebeta 119mîn salvegera rojanemgeriya Kurdî û yekem roja derçûn rojanmeya Kurdî û herwiha 19mîn salvegera damezrandina sendîkaya Rojnamenivîsên Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî tevahiya mîdiyakar, Rojanamenivîs û sendîkaya rojnamenivîsên Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji wan re dixwazin.

Cêyên serfiraziyê ye ku di welatê me de rojnamegerî û karê çapemeniyê di sêya zadî û pirrengiya siyasî de pêvajoyên baş derbas kiriye û ew yek jî derfetêke daku rojnamegerî bibe sedemeke girîng bo pêşde birina çand û hişiyariya siyasî û civakî di nava gelê Kurdistanê de. Di heman demê de jî rojnamegeriya Kurdî bûye weke sekoyekî giring bo gehandina peyama gelê Kurdistanê û mafên reva yên gelê Kurdistanê bo tevahiya cîhanê.

Di cêyê xwe deye ku bi vê minasebeta han spasiya Rojnameger û mîdiyakarên Kurdistanê bikim ku di nava qonaxên cuda cuda yên gelê me de rastî zehmetiyên gelek zêde hatine û cêyê destê wan diyare, bi heman awayî jî di şerê dijî terorîstên DIŞIê de û eşkere kirina rastî û nûçeyên şer û qehremaniya hêzên pêşmerge de roleke berçav lîstine û qurbanî jî dane û ew yek dûbare dikim ku ez weke Serokê Kurdistanê piştgîriya tevahiya mafên Rojnamegeran dikim û pêwîste rewşa rojnamegeriya Kurdî di her warekî de ber bi pêşve biçe.

Niha ku xebat û qurbanî dana gelê me gehêştiye qonaxeke hesas û çarenivîssaz, daxwaz ji tevahiya Rojnamenivîsên hêja yên Kurdistanê diim ku bidûr ji her cure baweriyeke siyasî pênûs û karînên xwe bo piştgîrî kirina prosesa refrandûm û serbixweyiya Kurdistanê bitevger bikin jiber ku serbixweyî ya tevahiya Kurdistanê ye û proseseke bo pêşkeftina gelê Kurdistanê û dabîn kirina aştî li deverê de.

Serokê Kurdistanê

Mesûd Barzanî

21.4.2017