Mesrûr Barzanî: Prosesa Refrandomê destpê kiriye

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê dibêje prosesa refrandoma serxwebûna Kurdistanê destpê kiriye.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Hewlêrê beşdariya ahengekî bi navê Kernevala Serxwebûna Kurdistanê kir yaku ji aliyê yekîtiya xwendekarên Kurdistanê ve hatibû organîzekirin.

Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî di vê kernevala han de gotarek pêşkêş kir û di destpêka gotara xwe de Mesrûr Barzanî rêzdariya xwe ya li hember şehîdên Kurdistanê diyar kir û destxweşiyên xwe jî pêşkêşî hêzên pêşmerge kir ku karîne gef û metirsiyên teror û terorîstan li ser gelê Kurdistanê ji nav bibin.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de bi kurtî behsa rewşa siyasî û pêşhatên siyasî yên li deverê de kir û got: Niha dever di nava guhertin û pêşhatên siyasî yên bilez deye û lazime gelê Kurdistanê jî xwe bo wan guhertin û pêşhatin han amade bikin.

Mesrûr Barzanî derbarê refrandoma serbixweyiya Kurdistanê de jî got: Em refrandomê dikin daku raya giştî ya cîhanê bizanibe ka gelê Kurd daxwaza çi dike? Refrandom bi wateya pirsîna nêrîn û ramana pêkhateyên Kurdistanê ye û li Kurdistanê de jî tenê gelê Kurd najî belku pêkhateyên din jî dijîn lewre lazime nêrîn û ramanên wan jî werin pirsîn û ew jî bikaribin derbarê pêşeroja xwe de xwedan biryar bin.

Mesrûr Barzanî herwiha got: Li Kurdistanê de rawatiya her biryar û her pêngaveke girîng, îrade û biryare gele û refrandom jî ew yek îsbat dike ku hewlên gelê Kurdistanê bo serbixweyiya xwe rewatiya xwe ji gel destine û refrandom jî belgeya bihêz ya vê yekê ye.

Barzanî herwiha eşkere kir ku niha hin alî û derdor jî behsa vê yekê dikin ku biryare serbixweyî biryareke yakaliye, her çend cêyê serfiraziyê ye ku niha Serokê Kurdistanê cenabê Serok Mesûd Barzanî alaya serxwebûnê hildaye, lê sazmandeyî kirina refrandomê jî bersife bo wan kes û derdoran ku dibijin biryara serxwebûnê biryareke yekaliye, ne ew yek ne biryareke yekaliye belku biryara gelê û pêkhateyên Kurdistanê ye û ew gel û pêkhateyên Kurdistanê ne ku biryar li ser çarenivîs û pêşroja xwe didin.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de eşkere kir ku refrandom û serbixweyî mafê xwezayî yê gelê Kurdistanê ye û lazime em weke gelê Kurdistanê bibin xwedan biryar li ser pêşeroja xwe jiber ku di demên derbasbûyî de, jiber nebûna serbixweyî rastî gelek karesat û terajediyên curbicur hatine, kîmiyabaran kirina Helebce, enfal kirin û wêran kirina gundên Kurdistanê û çendîn karesatên din ku dawiya wan jî êrîşên terorîstên DIŞIê bûn biser gelê me de hatine û ti kes anjî ti dewlet û aliyek li hember wan karesatên ku li ser gelê me hatine meşandin ti helwestek nebûye jiber ku em ne xwedan serwerî û serbixweyî bûne, mêze bikin dema Sedam êrîşî Kuwaitê kir, tevahiya cîhanê li dijî Sedam helwestên tund raber kir lêbelê li hember ew karesatên ku biser gelê Kurdistanê de hatine meşandin kes dengê xwe nekir, jiber ku gelê Kurdistanê nexwedan serwerî û serbixweyî bû.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku em weke gelê Kurdistanê nikarin jiniha û pêde weke paşmayî anjî paşkoye welat anjî aliyekî bijîn ku ew alî anjî welat bo xwe nikaribe xwe biparêze, gelo welatek ku nikarêbe xwe biparêze vê çawe bikarêbe me biparêze?

Mesrûr Barzanî got: Bo ku ew karesatên ku heta niha biser gelê me de hatine dubare nebin û bo ku gelê Kurdistanê li ser asta cîhanî û civaka cîhanî de bibe xwedan serwerî lazime em bibin xwedan biryar li ser pêşeroja xwe û bibin xwedan serbixweyiya xwe.

Derbarê arîşeyên navxweyî yên Kurdistanê de bi taybetî derbarê ektîv kirina parlementoya Kurdistanê de Mesrûr Barzanî got: Di vê pêvajoya hesas de lazime tevahiya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê berejwendiyên berten yên partî û taybetî bixin aliyekî û bihevre bi yek deng û bi yek dest hewl bo dabîn kirina mafên netewî û daxwazên rewa yên gelê Kurdistanê bidin. Derbarê ektîf kirina parlementoya Kurdistanê de jî Mesrûr Barzanî got: Ti aliyek bi qasî partiya demokrata Kurdistanê hewl bo ektîf kirina parlementoya Kurdistanê nedaye û partiya demokrata Kurdistanê ji her aliyekî zêdetir dixwaze parlemen were ektîf kirin û partiya demokrata Kurdistanê xwe bi xwedanê parlementoyê dizane jiber ku zêdetirîn hijmara kursiyên parlementoyê yên partiya demokrata Kurdistanê ye jiber vê çendê PDK dixwaze ku parlemen were ektîf kirin.

Niha hin alî û derdor ku li dijî prosesa refrandom û serbixweyiya Kurdistanê ne behsa vê yekê dikin ku heta parlemen neyê ektîfkirin nabe refrandom were kirin û jiber ku parlementoy neyê ektîfkirin jî ji destê wan çi tê cîhbicîh dikin û goh nadin daxwazên gelê Kurdistanê, madem wisa dihizrin û wisa tev digerin bila kes wirde wird neke jiber ku mafê çarenivîsa gelê Kurdistanê ji parlementoyê girîngtire jiber ku parlemento bi destê gel tê hilbijartin û her ew gelê ku parlementoyê hildibijêre vê biryare xwe ya derbarê çarenivîsa xwe de jî bide û eger parlemento jî neyê ektîfkirin vê gelê Kurdistanê her biryara xwe bide û refrandoma xwe bike.

Mesrûr Barzanî di berdewamiya gotara xwe de daxwaz ji tevahiya pêkhateyên Kurdistanê kir daku beşdariya prosesa refrandoma serbixweyî de bikin û biryar liser çarenivîs û pêşeroja xwe bidin û herwiha daxwaz ji wan pêkhate û şêniyên deverên Kurdistanî yên derveya îdareya Kurdistanê jî kir daku ew jî biryar li ser çarenivîsa xwe bidin ka gelo dixwazin li gel Îraqê bin anjî dixwazin wegerin ser Kurdistanê.

Mesrûr Barzanî anî ziman ku ti car Kurdistaneke serbixwe nabe metirsî û gef bo ser ti alî û cîranekî û gelê Kurdistanê hertim xwestiye bi aştiyane û bi azadî û bi yeksanî li gel gelên din yên li deverê de bijî.

Mesrûr Barzanî got: Em bi awayekî aştiyane hewlên xwe yên bo diyar kirina çarenivîsa xwe bitevger dikin û hêvî dikim ku aliyên derdor jî rêzdariya xwe li hember hewldanên aştiyane yên gelê Kurdistanê raber bikin.

Mesrûr Barzanî di dawiya gotara xwe de got: Bo ku ser bi xwe bin lazime serbixwe bin û ba her kes û alî ew yek bizanibe ku refrandom û serbixweyî ne ji ber propagende û xwe ferizkirinên siyasiye belku pêngavên cidî ne bo destnîşan kirina çarenivîs û pêşeroja gelê Kurdistanê ji aliyê gelê Kurdistanê ve jiber ku gelê Kurdistanê jî weke her gelekî din dixwaze serbixwe be, bi azadî û aştî bijî.