Hevsengiyên nû yên Rojhilata Navîn, Kurd û Serxwebûn

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Dema li bûyer û pêşhatên siyasî yên li Cîhan û Rojhilata Navîn mêze bikin, der dikeve ku pêşhat û bûyerên siyasî, leşkerî û abûrî yên li ser asta Cîhanî bandora xwe li ser rewşa siyasî, leşkerî û abûrî ya Rojhilata Navîn dikin û dibin sedem bo lawaz bûna hevsengiyên berê û çê bûna hevsengiyên nû li deverê de.

Di destpêka derketin û geşe sendina xelafeta îslamiyên cîhadîst ( DAIŞ) li Rojhilata Navîn de, li ser asta Cîhanî û Herêmî de hevsengî û hevalbendiyên nû çê bûn ku sê ji wan hevsengî û hevalbendiyan bandoreke gelek mezin li ser rewşa deverê kirin û ew sê hevsengî anjî hevalbendî ewin, hevpeymaniya cîhanî ya dijî DAIŞê ku Kurd jî têde fakterekî gelek mezin bû û dawî bi xelafeta îslamiyên cîhadîst li ser xaka Kurdistanê anî, ya dudiyan jî hevalbenda DAIŞ, selefîzim û cîhadiyan ku tevahiya grûpên çekdar yên cîhadîst û îslamî weke DAIŞ, Nusre, Qaêde û eniyên din yên îslamî bi sponseriya welatên weke Siûdiye, Qeter û Tirkiye hatibûn çalakirin. Hevsengî û hevalbendiya sêsiyan jî di nava biloka şîeyan de çê bû ku ew jî damezrandina milîşayên Heşda Şebî bû ku tevahiya grûpên çekdar û milîşayên çekdar yên şîe yên deverê li xwe digire û ji aliyê Îran, Îraq û şîiyên welatên din yên deverê vet ê sponserkirin.

Dema xelafeta suneyan ya bi pêşengiya DAIŞê ji aliyê Kurd ve û bi hevkarî û piştgîriya hevpeymaniya cîhanî hat lawazkirin û jinavbirin, hevalbenda şîiyan yaku qaşo li dijî DAIŞê hatibû damezrandin lê li dijî DAIŞê ti roleke wê tune bû, ji tirsa ku Kurd bibe fakterê nû yê bibandor li deverê de û rêya serxwebûna Kurdistanê ava bibe, ew hevbalbenda şîiyan berê xwe da Kurd û Kurdistanê, nimûneya vê şerê niha li Şingal û Xormatûyê ye, bûyerên ku li Şingal û Xurmatûyê diqewmin xwe cerbandina Heşda Şebiye bo destpê kirina şerekî dijwar li dijî Kurd. Bêgoman vê di rojên pêşiya me de bûyerên li Şingal û Xormatûyê diqewmin li hin deverên din yên weke Xaneqîn, Kerkûk û Golaleyê jî werin dûbarekirin jiber Heşda Şebî û sponserên wê yên serekî ( Îran û Îraq) dixwazin bi vê awayî rêya berdem serxwebûna Kurdistanê asteng bikin.

Hevsengî û hevalbendiya sêsiyan jî li Sûriyayê ye, her wek çawe li Îraqê Kurd mihwera serekî ya kombûna hevalbendiya cîhanî ya li dijî DAIŞê bû, bi heman rengî li Sûriya û Rojavayê Kurdistanê jî Kurd heman rol lîst û karî serkeftinên gelek mezin bidest bixe û xelafeta suneyên cîhadîst li Rojavayê Kurdistanê jinav bibe. Her çend di 5 salên destpêkê yên şerê Sûriyayê de eniya Siûdiye, Qeter, Tirkiye xwest bi rêya DAIŞ û grûpên din yên cîhadîst yên ku dibin navê artêşa azad ya Sûriyayê de komkujiyan dikin, dewleteke îslamî ya sune li Bakûrê Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ava bikin daku hem berevanî ji Qodisê bikin û him jî li berdem rêya gehêştina Îranê bi welat û grûpên şîi yên li peravên deryaya sipî asteng bikin û bandor û pêgeha xwe li deverê de bihêz bikin lêbelê têkoşîna bêhempa ya Kurdan û piştgîriya hevpeymaniya cîhanî ew plana han jî vala derxist. Piştî ku ji vê eniya han re vela derçûna planê eşkere bû, Tirkiye berê xwe da Rûsiyayê, Siûdiye û Qeter jî berê xwe dan Amerîkayê û ew her sê welat jî beşeke mezin ji cîhadîstên Sûriyeyê yên ku berê her cure hevkarî û piştgîriyek pêşkêşî wan dikirin bi nirxeke gelek erzan firotin rejîma Esed, bûyerên li Heleb û çend bajarên din yên li Başûr û navenda Sûriyayê diqewmin ew yek îsbat bikin ku ew hevsengiya navbera Siûdiye, Qeter û Tirkiye li ser asta Sûriyayê gelekî lawaz û perçe bûye.

Biîsrar bûna Ameîkayê li ser piştgîrî kirina Kurd li Sûriyayê, nakokiyên ku jiber vê pirsê di navbera Amerîka û Tirkiyeyê de çê bûne, Tirkiye hîn zêdetir nêzî Rûsiyayê kir û niha Tirkiye ku jêre derket li Sûriyayê nikare planên xwe cîhbicîh bike, dixwaze dest bi lêv û tevgerên nû bike daku artêşeke din ava bike û ew artêşa han li dijî Kurdan bikar bîne, jiber armanca serekî ya Tirkiyeyê daxistina rêya gehêştina Kurd bo ser behirê û herwiha asteng kirina prosesa serbixweyiya Kurdistanê ye.

Lê bûyer û pişhatên li Sûriyayê diqewmin ew nîşaneya vê yekêne ku hem Rûsiya û him jî Amerîka hîn jî mihtacê Kurdanin û wisa diyare ku di nava projeya Rûsiya û Amerîkayê de yaku bo Sûriyayê hatiye amadekirin Kurd xwedan pêgeheke gelek girîng û serekîne. Piştî azad kirina Reqayê ku xala têkçûna têkiliyên navbera Amerîka û Tirkiyeyê ye û herwiha xala îsbat kirina vê yekêye ku Amerîka jiber YPGê pişt li hevalbendê xwe yê 50 salî kir, vê guhertinên mezin di nava Sûriyayê de çê bibin û di encam de Sûriyeyekî sê parçe derkeve holê. Yekem parçe Rojava anjî Bakûrê Sûriyayê ye ku niha bi navê fedraliya bakûrê Sûriyayê tê nasîn, sînorên ew perçeyê han ji ser sînorê Tirkiyeyê destpê dike heta baser Reqa û ji wir dêrij dibe heta gundewarên Bakûrê Helebê û liwir ve jî berê xwe dide Bakûrê Idlib û behra sipî, parçeya dudiyan jî dewleteke dorzî elwî û şîiye ku li başûrê Sûriyayê tê damezrandin û perçeya sêsiyan jî dewleteke suneye, sînorên vê dewleta sune bi awayek hatine diyarkirin û kêşandin ku sînorên navbera Îraq û dewleta başûrê Sûriyeyê qut dike û ew yek jî astengiyeke mezine ya li berdem Îranê û wateya vê jî birîna rêya gehêştina Îranê ye bo welatên şîi yên peravên behra sipî û Rojhilata Navîn ku ew jî di heman demê de bi wateya bihêztir kirina dîwara ewlekariye yaku li dor Îsraîlê tê kêşandin.

Pêşhateke din yaku gelek girînge û bêgoman bandorê rewşa deverê dike, serdana Serokê Amerîkayê Donald Trump e bo welatên kandavê yên sune û damezrandina hêzeke leşkerî ya 34 hezar kesî ji erebên sune yên deverê. Ew hêza han her çend binavê şerê dijî terorê were damezrandin lêbelê armanca vî ya serekî rûbirûbûne li gel Îranê û dixwaze hegemoniya Îranê li deverê kêm bike û Îran di nava sînorên xwe de îzole bike. Damezrandina vê hêza han nîşaneyeke balkêşe li ser vê yekê ku mimkune Amerîka bi rê nede ku bi temamî DAIŞ û grupên din yên cîhadîst ên sune werin jinavbirin jiber ku Amerîka û hevalbendên vî yên Erebên sune dixwazin ew hêzên han li dijî milîşayên şîi yên ser bi Îranê ên weke Hizbulah û Heşda şebî bikar bînin. Her çend ew grûpên han ji Kurdistanê hatine derkirin û bistek axa Kurdistanê di destê wan de tuneye lêbelê di pêşerojê de vê bo hevseng kirina hêza Kurdan û heta li dijî Kurdan jî werin bikaranîn û metirsiyeke din ya mezin ku ji damezrandina vê hêzê dikeve ser Kurd û Kurdistanê ewe ku mimkune ew grûpên şîi û sune li ser axa Kurdistanê şerê hev bikin û çîroka çaldirana serdem li ser axa Kurdistanê were dubare kirin.

Ji aliyeke din ve jî dubare hilbijartina Hesen Ruhanî bo Serokkomariya Îranê û dom kirina siyaseta nerim lê dijminkarane ya Îranê a li hember Kurdan, vê zirarê bide doza Kurd û prosesa serbixweyî û yekîtiya Kurdan bi taybetî li Başûr û Rojavayê Kurdistanê. Heta ku li Îranê rejîmek weke rejîma Ruhanî hebe, civaka cîhanî li dijî Îranê ti gavên piratîkî yên girîng navêje û ew yek jî zimîn bo dom kirina zextên Îranê li ser Kurdan xweş dike lê eger rejîmeke tundrê li Îranê hebe vê demê vê civaka cîhanî di warê piratîkî de li hember Îranê gavan bavêje û ew yek jî vê fêdeya xwe bo Kurdan hebe.

Xala din ya girîng, rewşa Tirkiyeyê ye, weke tê zanîn piştî refrandoma 16ê Nîsanê rewşa Tirkiyeyê bi giştî hatiye guhertin û Tirkiye ber bi rejîmeke totalîter ve dice ku xwe disperse îdeolojiya sune ya komela exwan musilêmîn û ew yek jî metirsiye bo ser Kurd bi taybetî ku Kurd li warê sokolarîzmê de gelek pêşketîne û jiber vê yekê ye ku bûne cîhê girîngîdana civaka cîhanî biwan. Tikiliyên Tirkiye û Amerîkayê, Tikiliyên Tirkiye û NATOyê û tikiliyên Tirkiye û YE her ku diçe aloztir, lawaztir û xirabtir dibin û ew yek jî eger ku Kurd di navbera xwe de li ser hin mijaran bi taybetî mijara serxwebûna Kurdistanê yek deng û yek helwest bin vê fêdeya xwe bo Kurdan hebe lê eger Kurd yek deng û yek girtî nebin vê zirarê mezin bigehîne Kurd û doza netewî ya gelê Kurd. Jiber ku ne Rojavayê Kurdistanê û ne jî Başûrê Kurdistanê bi tenê derfeta vê yekê dibînin ku bihêz û pêgeha xwe, xwe li ser civaka cîhanî feriz bikin û di nava hevsengiyên nû de cîhek girîng bo xwe dabîn bikin, lêbelê eger Başûr û Rojavayê Kurdistanê di warê serbixweyiya Kurdistanê de bibin xwedan yek helwest û hêzên xwe yên siyasî, leşkerî, dîplomatîkî û bandora xwe ya abûrî a di pêşerojê de li ser hevsengiyên di warê enerjî de yek bixin vê civaka cîhanî hîn zêdetir girîngî bi Kurdan bide û rêya serxwebûnê ji Kurdan re xweştir û asantir bike.

Erdelan Goran