25ê meha Eylûlê vê refrandûma serxwebûnê were kirin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف

 


Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û nûnerên partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina çend mijarên giring ku yek ji wan mijara referanduma serxwebûna Kurdistanê ye, di civînê de ne.

Îro çarşembî 7ê Hezîrana 2017ê Mesûd Barzanî bi nûnerên aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re li bajarokê Pîrmamê yê girêdayî bajarê Hewlêrê civiya.

Civîna navbera Barzanî û nûnerên aliyên siyasî di demjimêr 15:00ê piştî nîvro de dest pê kiriye û heta niha jî berdewam e.

Li gorî zanyariyan, yek ji mijarên sereke yên civîna îro gotûbêjkirina pêkanîna referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê bo beşdarbûna di civîna îro de, pêştir vexwandina fermî ji hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê re şandibû.

Li gor jêderên taybetî di civînê de part û aliyên siyasî yên Kurdistanê li ser vê yekê lihev kirine ku di roja 25ê Eylûla sala 2017an de refrandûma serxwebûnê were kirin.