Mesrûr Barzanî: Serxwebûn gerentiya yekane ya rizgarbûna xelkê Kurdistanê ye

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê li gel Mihemed Hecî Mehmûd civiya.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Sekreterê partiya sosiyal demokrat ya Kurdistanê Mihemed Hecî Mehmûd kir.

Di civînê de her du alî behsa rewşa siyasî û leşkerî ya li deverê, rewşa navxweyî ya Kurdistanê û pêşhatên ku vê piştî bidawî hatina şerê DIŞIê mimkune biqewmin kir.

Derbarê serxwebûna Kurdistanê de jî behsa vê yekê hate kirin ku gelê Kurdistanê bi ti awayî ji serxwebûna Kurdistanê paşve navegere jiber ku serxwebûn gerentiya yekane ya rizgarbûna yekcarî ya gelê Kurdistanê û dûbare nebûna ew karesat û terajidiyane ku biser gelê Kurdistanê de hatine sepandin.

Di berdewamiya civîna han de her du alî tekez li ser girîngiya yekdengî û yekrêziya part û aliyên siyasî yên Kurdistanê û beşdarî kirina tevahiya aliyan di pirsên nîştimanî û çarenivîssaz de bi mebesta bidest xistina berejwendiyên netewî yên gelê Kurdistanê û dabûn kirina pêşerojeke baştir bo nibêşên pêşrojê kir.

Di dawiya civînê de jî Mesrûr Barzanî û Hecî Mehmûd behsa jinûve rêxistin kirina zêdetir ya hêzên pêşmerge û bihêztir kirina hêzên pêşmerge kirin.

 

 
Share on facebook