Nivîsgeha şêwirmendê CEK balyozê Îraqê direwand

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Nivîsgeha şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê derbarê daxuyaniyên balyozê Îraqê yê li Amerîkayê de daxuyaniyek weşand û têde gotinên balyozê Îraqê yê li Amerîkayê Loqman Feylî direwand; ew jî navberoka ew daxuyaniya han e;

.Balyozê berê yê Iraqê li Washingtonê Loqman Feylî di daxuyaniyekê de ku li çend kanalên ragehandinê ve hat belav kirin, dibêje rêveberiya Amerîkayê dijatiya xwe bo pirsa referandom û serxwebûna herêma Kurdistanê ji şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê birêz Mesrûr Barzanî re ragehandiye.

Em ji bo raya giştî ronî dikin ku li hemû wan rûniştinên şêwirmendê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê li gel berpirsên bilind ên rêveberiya Amerîkayê de, ev yek bi aşkerayî ragehandine ku ew wek aliyên Amerîkî piştevan û li gel daxwazên gelê me de ne û her du aliyan jî diyar kirine ku hemû pirs û pirsgirêk bi li hev fêmkirin û bi awayê aştiyane divê bên çareser kirin.

Balyozê berê yê Iraqê ne beşdarî civînan bûye, ne jî agahdarê naveroka wan civînan e. navborî şêwirmendê rêveberiya Amerîkayê jî nîne, ku di cîhê wan de daxuyanî bide. Bê guman rêveberiya Amerîka kanalên xwe hene û dikarin helwêstê xwe yê fermî wek welat rabigehînin û heta naha jî daxuyaniyên bi wî awayî ji aliyê rêveberiya Amerîkayê ve nehatine dayîn.

Herwaha babeta referandom û pirsa serxwebûnê jî peyvendiya xwe bi daxwazên gelê me ve heye û biryara dawî li ser vê pirsê jî dê hemwelatiyên Kurdistanê bide.

Nivîsgeha şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê

 
Share on facebook