Mesrûr Barzanî û Cîgirê balyozê Avustiralyayê civiyan

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê li gel Cîgirê balyozê Avustiraliyayê yê li Îraqê civiya.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya Cîgirê balyozê Avustiraliyayê yê li Bexdayê Tim Stapleton kir.

Di civînê de derbarê pêşhatên dawî yên leşkerî di şerê dijî terorîstên DIŞIê de û herwiha rewşa siyasî ya deverê bi giştî û têkiliyên du alî yên di navbera Kurdistan û Avustiraliyayê hatin nîqaşkirin.

Di berdewamiya civîna han de Mesrûr Barzanî û Stapleton behsa beşdariya Avustiraliyayê ya di şerê cîhanî ya li dijî DIŞIê û tedbîrên pêwîst yên derbarê pêşkêş kirina hevkarî û piştîwaniya zêdetir ya Avustiraliyayê bo hêzên pêşmerge hate kirin û Mesrûr Barzanî jî jiber hevkariyên ku heta niha pêşkêşî Kurdistanê kiriye spasiya gel û hikûmeta Avustiraliyayê kir.

Di beşeke din ya civîna han de Tom Stapleton jî rêzdariya welatê xwe ya li hember rol û qurbanî danên hêzên pêşmerge di şerê dijî terorîstên DIŞIê de diyar kir û got: Jêhatîbûna hêzên pêşmerge li cîhanê deng vedaye û nemimkune ku di warê şikandin û jinav birina DIŞIê de behsa rola pêşmerge neyê kirin.

Di dawiya civîna han de Mesrûr Barzanî û Stapleton tekez li ser vê yekê kirin ku lazime kêşeyên heyî yên li deverê û yên li Îraqê jî bi awayekî werin çareserkirin ku mafên tevahiya pêkhateyên deverê werin parastin daku bawerî di navbera pêkhateyan çê bibe û aştî li deverê de zal bibe û ti velatî bo çê bûna hizra radîkalîzimê nemîne û dever aram be.

 
Share on facebook