Serok Barzanî kirdarên terorîstiyên bajarê Tehranê şermezar kir

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف

 


Serokê Kurdistanê derbarê êrîşên îro yên li Tehranê peyamek belav kir û ew êrîşên han şermezar kir, ew jî tekesta peyama Serok Barzaniye;

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Gelek bi tundî êrîşa terorîstiya roja çarşem 07.06.2017 ya li bajarê Tehranê şermezar dikim û bi vê helkefta xemgîn ve serxweşiyê li gel û Hikûmeta Komara Îslamiya Îranê û kesukarên qurbaniyên vê kirdara terorîstî dikim. Teror dijminê hevbeşê gelên navçeyê û dijî hemû bihayên asmanî û miroviyane. Rûbirûbûna wê jî hewlekî hemû aliyeneya welatan pêwîste û erkê ser milê hemû aliyeke. Gelê Kurdistanê bi xwe qurbanê destê terore li sengera pêş ya dijayetîkirina terore. Hêvîdarim bi hemahengiya hemû aliyek teror ji holê bê rakirin û navçe û cîhan ji wî dijminê dirinde rizgar bibin.

Serokê Kurdistanê

Mesûd Barzanî

07.06.2017

 
Share on facebook