Serok Barzanî li gel Amar Sinha civiya

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف

 


Serokê Kurdistanê pêşwaziya Cîgirê wezîrê derve yê Hindistanê kir.

Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya Cîgirê wezîrê derve yê Hindistanê Amar Sinha û şandeke pê re kir ku ji balyozê Hindistanê yê li Îraq û Konsulusê vê welatî li Hewlêrê pêk hatibû.

Di hevdîtinê de Cîgirê wezîrê derve yê Hindistanê kêfxweşiya xwe ji bo hevdîtina li gel Serok Barzanî û serdana xwe ya Kurdistanê nîşan da û daxwaza welatê xwe yê geşkirina peywendiyên li gel Herêma Kurdistanê li warên cûda cûda de bi Serok Barzanî ragihand.

Li Hember de jî Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û rêz hurmeta xwe jî ji bo gel û şaristaniyeta Hindistanê diyar kir û balkêşande ser xebata gel û pêşengên mezin yên Hindistanê yê ji bo gihîştina bi azadiyê. Amadehiya Herêma Kurdistanê jî ji bo pêşxistina peywendiyan li warên cûr bi cûr li gel welatê Hîndistanê ragihand.

Her di vê hevdîtinê de bi dûr û dirêjî behsa gefên hizra teror û tundrewiyê li ser asta cîhanî û navçeyî kirin û di derbarê çawayiya rûbirûbûna terorê de danustandina bîr û ramanan kirin. Li mijareke dinê vê civînê de rewşa Musil û şerê terorê li Iraqê nirxandin û Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku ji bo nehiştina yek carekiya DIŞIê pêwîste ku ew sedem neyên hiştin ku bûye sedema serhildan û geşbûna terorê li Iraqê. Eve jî xisterû ku rûbirûbûna terorê pêwîstî bi hewlekî hemû aliyaneya civaka navdewletî heye û divê şerê îdeolojiya terorê jî bêkirin û tenê rûbirûbûna serbazî û emnî ji bo ji navbirina terorê ne bese.

 
Share on facebook