Serok Barzanî: Civîna 7ê Hezîranê destkefteke binirxe bo gelê Kurdistanê

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Serokê Kurdistanê derbarê civîna 7ê Hezîranê û biryara pêkanîna refrandûmê de peyamek belav kir.

Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî derbarê civîna 7ê Hezîranê û biryara pêkanîna refrandûma serbixweyî di roja 25ê Eylûlê de peyamek bi destnivîsa xwe weşand û tê de nivîsandiye; Civîna roja 7ê Hezîranê civîneke dîrokî û gelek girîng bû û destkefteke birnixe bo gelê Kurdistanê û qurbanîdana şehîdan.

Herwiha ew yek şanaziyeke gelek mezine bo ew part û aliyên ku beşdariya civînê kirine û ew biryara dîrokî dane daku gelê Kurdistanê bikaribe bi rêy a refrandûmê deng û xwestekên xwe bigehîne cîhanê.

Spas bo xwedê mezin, hêzên pêşmerge û şêniyên serfiraz yên Kurdistanê

Spas ji tevahiya wan aliyên ku bi berpirsiyartî helwesteke nîştimanî û dîrokî nîşand dan.

 

 
Share on facebook