Serok Barzanî biryara referandûmê pêşkeşî NY dike

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihand ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî roja Yekşemê (11.06.2017) biryara referandûma serxwebûnê pêşkeşî Neteweyên Yekbûyî dike daku çavderîyê bikin.

Husên diyar kir ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî derbarê referandûmê de bi Bexdayê re axivî ye û beriya niha jî bi awayekî rasterast Bexda hatiye agahdarkirin.

Fuad Husên di hevpeyvîna ligel televizyona Rûdawê de destnîşan kir, "Beriya niha em ligel nûnerê Netewyeyên Yekbûyî (NY) rûniştin. Cenabê Serokê Herêmê roja Yekşemê (11.06.2017), dê biryara referandûmê arasteyê aliyên pêwendîdar bike. Di wê biyarnameyê de ji NY û rêxistinên navneteweyî hatiye xwestin ku çavdêriya referandûmê bikin."

Husên herwiha eşkere kir ku dê şandeke Herêma Kurdistanê jî ji bo gotûbêjkirina biryara referandûmê serdana welatan bike û got: "Hemû welat ji biryara referandûmê agahdar e. Ji xwe piştî biryarê hinek welatan helwesta xwe eşkere kirin."

 
Share on facebook