Serok Barzanî daxwaz ji Kurdistaniyan dike biçin ser sendoqan

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî îro piştî bi dawî hatina civîna mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê di daxuyaniyekî de ji bo kanalên mîdiyayî daxwaz ji gelê Kurdistanê kir daku di roja 25ê Eylûlê de biçin ser sendoqên dengdanê û beşdariya refrandûmê bikin.

Hêjayê gotinê ye îro mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê bi Serokatiya Serok Barzanî ji bo giftûgo kirin li ser çend mijaran bi taybetî amadekariyên refrandûmê civiya.

 

 
Share on facebook