Encamnameya civîna berfire ya civata Serokatiya PDKê

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Îro bi Serokatiya Serok Barzanî civîna berfire ya civata Serokatiya PDKê hate lidarxistin û piştî civînê jî daxuyaniyek hat weşandin.

Di daxuyaniyê de hatiye nivîsandin ku di civînê de behsa çend mijarên girîng hatiye kirin û biryaraên pêwîst jî hatine derkirin.

-babeta refrandûmê; piştî amade kirina derfetên pêwîst bo amadekarî weke pêngaveke yasayî û wergirtina meşrûyet ji gelê Kurdistanê bi tevahiya pêkhateyên olî û etnîkî û siyasî, di civîna roja 7.6.2017 ya bi Serokatiya birêz Serok Barzanî biryar hate dayîn daku di roja 25ê Eylûlê de refrandûma serxwebûnê were pêkanîn, ew biryara han weke serkeftina xwestek û îradeya gelê Kurdistanê hatiye bilêvkirin û bi vê rengî jî xweziya şehîdên qehreman û pêşmergeyên serfiraz tê bidestxistin.

-hilbijartinên Kurdistanê; gelek girîngî ji vê babeta han re hatiye dayîn û em weke PDKê daxwaza hilbijartinan di dema qanûnî de dikin û bo vê yekê jî hewlên xwe bitevger dikin daku amadekariyên pêwîst ji bo vê prosesa han werin kirin.

-çalak kirina Parlementoyê; giftûgo derbarê vê mijarê de hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime ektîf kirin bi awayek be ku bo çareser kirina kêşeyan hevkar be û bibe sedema zêdetir lihev nêzbûn û çê bûna yekdengî û yekrêziya nav mala Kurdistanî û herwiha hevkarê prosesa refrandûmê weke pirseke girîng ya netewî be.

Civata Serokatiya PDKê

11.6.2017

 

 
Share on facebook