Mesrûr Barzanî: Lazime mekanîzmeke nû bo çareserî û diyalogê were sazmandehî kirin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê pêşwaziya şandeke kongreya nîştimaniya Îraqê kir.

Îro Şêwirmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya şandeke kongreya nîştimaniya Îraqê a bi Serokatiya Sekreterê giştî yê vê kongreyê Aras Hebîn Kerîm kir û diyar kir ku lazime ji bo sazmandehî kirina şêwaza nû di têkilî û dostatî de bi rêya diyalogê kar ji bo dîtina çareseriya kêşeyên dîrokî were dayîn.

Her di civîna han de hevdem li gel giftûgo kirina pêşhatên dawî yên di warê şerê dijî terorîstên DIŞIê de, giftûgo derbarê amadekariyên heyî yên bo refrandûm û hilbijartinên Îraq û kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê jî hate kirin.

Di berdewamiya civîna han de behsa rewşa siyasî û sedemên serhildana teror û kêşeyên dîrokî yên Îraqê hate kirin û di derbarê mekanîzma çareser kirina bingehîn ya kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê de jî Mesrûr Barzanî got: Lazime danûstandinên cidî û eşkere hebin û rêya rast ya çareser  kirina kêşeyan ewe ku li ser şaştiyên berê mikor hebe ( Îêtiraf bi şaştiyên berê were kirin) jiber ku ev şêwaza têkiliyên ku hebû ne şêwazeke piratîkî bû, jiber vê çendê lazime ji bo çareser kirina kêşeyên dîrokî di vê welatî de bi rêya diyalogê kar ji bo dîtin û jinûve sazmandehî kirina şêwaza nû ya ji bo têkiliyan û dostatî were kirin.

Li hember de jî şanda kongreya nîştimaniya Îraqê rêzdariya xwe li hember qehremaniya hêzên pêşmerge û rizgar kirina deverên ji destê DIŞIê diyar kir û eşkere kir ku ew weke kongreya nîştimaniya Îraqê piştgîriya biryara mafê diyar kirina çarenivîsin û bi başî ji armanc û xwestekên reva yên gelê Kurdistanê fêm dikin û li ser domandina têkiliyên heyî bo sazmandehî kirina têkiliyên navbera her du hikûmetan ( Hewlêr û Bexda) bi rêya diyalogê hem hizrin.

 
Share on facebook