Serok Barzanî û Frank Becker civiyan

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Serokê Kurdistanê pêşwaziya balyozê Berîtanyayê kir.

Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî pêşwaziya balyozê Berîtanyayê yê li Bexdayê Frank Becker û şandeke pê re kir.

Di  hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û ewlekarî ya Iraqê di qonaxa piştî DIŞIê û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê hate kirin.

Di berdewamiya civînê de giftûgo derbarê têkiliyên navbera Hewlêr û Bexdayê di pêşerojê de û refrandûma serxwebûna Kurdistanê kirin û di vê derbarê de Becker diyar kir ku Berîtanya li gel mafê netewe û gelên cîhanê ye lêbelê dema niha bo pêkanîna refrandûmê ne demeke başe.

Her di derbarê referandûmê de Serok Barzanî jî diyar kir ku daxwaza gelê Kurdistanê ewe ku destkeftên xwe bi rêya aştî û bidûr ji tundiyê bi dest bîne û dixwaze baştirîn peywendî li gel Bexda û cîranên xwe û welatên navçeyê de hebê.

 
Share on facebook