Mesrûr Barzanî û balyozê Berîtanyayê civiyan

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Berîtanyayê yê li Bexdayê kir.

Îro Şiwêrmendê civata ewlekariya Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwaziya balyozê Berîtanyayê yê li Bexdayê Frank Becker û konsulusê giştî yê Berîtanyayê yê li Hewlêrê kir.

Di civînê de her du alî behsa pêşhatên dawî yên li deverê, pêşveçûnên heyî yên di şerê dijî terorîstên DIŞIê nirxandin û li ser vê yekê hemfikir bûn ku bo domandina şerê dijî terorîstan û çareser kirina kêşeyên heyî yên li deverê ku derfet bo çê bûna hizra radîkalîzimê xweş kirine hemahengiya navbera aliyan were zêdetirkirin.

Her div ê civînê de Mesrûr Barzanî û Becker tekez li ser vê yekê jî kirin ku nabe ti bûyer û pêşhatek bandorê li ser hevpeymanî û hevkariya navbera her du aliyan di şerê dijî terorê de bike.

Di berdewamiya civîna han de behsa refrandûma Kurdistanê jî hate kirin û tekez li ser vê yekê hate kirin ku lazime gelên deverê bi hevûdu qebûlkirin û bi şêwazekî aştiyane kêşeyên heyî çareser bikin daku tevahiya pêkhateyên deverê bigehêjin mafên xwe.

 
Share on facebook