Serok Barzanî : Biryara refrandûmê biryareke bêyî vegere

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Serokê Kurdistanê pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê kir.

Îro li Selahedînê Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê parlementoya Îraqê Selîm Cebûrî û şandeke pê re kir ku ji hijmarek Parlementer û nunerên aliyên siyasî yên di navba parlementoya Îraqê de pêk hatibû.

Di civînê de ku Sekreterê mekteb siyasiya PDKê û hijmareke din ji rayedarên PDKê tê de amadebûn, rewşa siyasî û ewlekarî ya Îraqê, şerê azad kirina Mûsilê, qonaxa piştî DIŞIê, rewşa deverên azad kirî û herwiha rewşa koçberan hate nîqaşkirin û giftûgo li ser hevkêşeyên siyasî yên navxweyî yên Îraqê û hilbijartinên parlementoya Îraqê jî hate kirin.

Di berdewamiya civîna han de behsa refrandûm û pêşeroja Kurdistanê û dewleta Îraqê jî hate kirin û Serok Barzanî hevdem li gel vê yekê ku behsa sedemên binpê kirina destûra Îraqê û hevbeşiyê kir û got: Biryara gelê Kurdisanê bo refrandûmê biryareke ku jê veger nîne û Kurdistan bi fêde wergirtin ji amûrên aştiyane û bidûr ji tundûtîjî û herwiha bi diyalog li gel aliyên Îraqî hewl bo dabîn kirina mafên xwe dide.

 

 
Share on facebook