Şervanên HSD derbasî nav taxa Qadisiyê bûn

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف

 


Operisiyona Xezeba Firat ji bo rizgarkirina bajarê Raqa ji du aliyan ve nêzî navenda bajêr dibe , û ji bo eşkere kirina encamên operisiyonê , navenda ragîhandinê ya HSD daxweyaniyek nifiskî ji raya gîştî re ragîhand , têde hijmara tax û deverên ku hatin rizgarkirin , herwiha kuştiyên DIŞIê û hijmara şervanên ku jiyana xwe ji dest dan hat diyar kirin .

Li gorî daxweyaniya HSD ku piştî rizgar kirina taxên Romaniyê, Sîna'a, Meşleb, Sîbahî û Cezra , niha pevçûnên giran di taxên AL-Berîd, Betanî û Hutîn de rû didin.

Şervanên HSD herwiha derbasî nav taxa Qadisiyê bûn.