Talibanê 5 kesên din li Efxanistanê kuşt

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف

 


Li gor daxuyaniya berpirsên Efxanî çekdarên Talîbanê îro yekşemê êrîşek bir ser bingehek polîs li rojhilata welêt û di encamê de 5 endamên polîs kuştin,.

Peyvdarê polîsê parêzgeha Paktia Serdar Walî Tabasim got 8 polîsên din û 9 sivîl jî di êrîşê de birîndar bûn. Wî got êrîşkerekî kembera xwe ya bumbekirî peqand, du êrîşkerên din ji aliyê polîs ve hatin gulebarankirin û yek hîn di hindirê bingehê de şer dikir.