Portekîzê herî kêm 50 welatî canê xwe ji dest dan

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Jiber bûyereke agir pêketinê de li Portekîzê herî kêm 50 welatî canê xwe ji dest dan.

Li herêma navîn a welatê Portekîzê agir bi daristanê ket, di encama şewatê de 39 kesî jiyana xwe ji dest da û 16 kes jî birîndar bûn. Li gorî çavkaniyên herêmî piraniya miriyan di wesayîtê xwe de şewitî ne.

160 wesayît û bi 100an agirkuj ji bo tefandina şewata daristana herêma Pedrogao Grandeyê seferber bûne, lê rêviyê agir bilibd û zû belav dibin.

Serokwezîrê Portekîzê Antonio Costa di daxuyaniya xwe ya nivîskî de şewata daristanê bi trajediyeke mezin bi nav kir û got: “Mixabin di çarçoveya şewatên daristanê yên salên dawîn de ev şewat trajediyeke gelekî mezin e.