Amerîka: Dema guherîna rejima Îranê hatiye

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Senatorê Amerîkî yê ji Partiya Komarparêz John McCain di axaftina xwe de ragihand ku êdî dema guherîna rejima Îranê hatiye.

Senatorê Amerîkî yê ji Partiya Komarparêz John Mc Cain ragihand ku êdî dema guhertina rêjîma Îranê û bicîhanîna demokrasiyê li wî welatî hatiye. Senator McCain duhî li Senatoya Amerîkayê pêşwaziya kurê şahê Îranê yê bere Riza Pehlewî kir.

McCain di civîna dualî de behsa rejima Îranê kir û ragihand ku Îran dixwaze Tehran û Libnanê bi hev re girê bide ev jî tiştekî gelekî metirsîdar e, lê Amerîka dê pêşiya vê yekê bigire.

Senatorê amerîkî yê komarparêz anî ziman ku êdî dema guhertina rêjîma Îranê hatiye û got: "Divê rêjîma Îranê were guhertin û li dewsa wê sîstemek demokratîk, aram û azad were bicihanîn.