HSD: Di nava 12 rojan de 4 tax hatin kontrokirin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) bilançoya xwe ya 12 rojan eşkere kir û ragihand ku di wan rojan de 4 taxên Reqayê hatin kontrolkirin û 312 terorîstên DIŞI hatin kuştin.

Li gor daxuyaniya fermandarê HSDê Omer Hewlêrî di çarçoveya operasyona Reqqayê ya di nava 12 rojan de, li rojhilat û rojavayê Reqayê 4 taxên bi navê El Meşleb, El Sibahiyê, El Romaniyê û El Sînaa hatine kontrolkirin. Ji xeyrî 4 taxan, herwiha qada El Cezre, Kelha Hirqil a dîrokî, Firqeya 17em, Kargeha Şekir û gundê Sihêl ku bi 7 kîlometroyan dikeve başûrê rojavayê Reqayê, kontrol kirine.

Di daxuyaniya fermandariya HSDê de hat gotin ku di encamên şerên 12 rojan yên operasyona kontrolkirina bajarê Reqayê de 312 terorîstên DIŞIê hatine kuştin û termên 39 çekdarên kuştî û 7 dîlên DIŞIê, di destê wan de mane.

Weke din HSDê di daxuyaniya xwe de eşkere kir ku 15 şervanên wan di şerê li dijî DIŞIê de, li nava bajarê Reqayê jiyana xwe ji dest dane û 21 şervan jî birîndar bûne.