Di êrîşa li ser mizgeftekî li Londonê ewlatiyek hate kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف

 


Polîsên Londonê ragihand ku li nêzî Mizgefta Finsbury Park ya li bakurê wî bajarî, kamyonetek ketîye nav sîvîlan û pey re 1 kes hatîye kuştin û 10 jî birîndar bûne.

Polîs da zanîn ku ajovan ji alîyê sîvîlên li cîhê bûyerê hatîye girtin û piştre polîsan gumanbar desteser kiriye.

Serokwezîra Brîtanya Theresa May derbarê êrîşê de diyar kir ku mimkune ew êrîşa han êrîşeke terorîstî be.