Hevpeymanan balefireke Sûrî xistin erdê

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف

 


Artêşa Amerîka, firokeke hikûmetê Sûriyê ya ku êrîş dibire ser hevalbendên vî yên li erdê xist xwarê.

Koalîsyona bi pêşengiya Amerîka bi daxuyaniyekê ragihand ku firoka F-18 Super Hornet ya Amerîka, balafira S-22 ya hikûmeta Sûriyê xistîye xwarê.

Koalîsyonê dîyar kir ku piştî ku firoka hikûmeta Sûriyê, li Tebqa êrîşî herêma ku di destê Hêzên Sûri ya Demokratîk (HSD) de kiriye hatiye xistin.

HSD, ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) pêşengîya wê dike, di têkoşîna li dijî DIŞIê de hevalbendê Amerîka ye.

Artêşa Amerîka da zanîn ku wê tênê hevalbendê xwe parastiye û ti nêta wê tune ku bi hikûmeta Sûriyê yan piştgirê wê Rûsya re şer bike.

Li gor daxuyaniya Pentagon’ê, hêzên ku alîgirên rejîma Sûrîyê ne, bi êrîşa ku birine ser Jadîn ya li başûrê Tebqa hin şervanên HSD’ê birîndar kirine û ew ji wê herêmê derxistine.