Rûsyayê hevkariya xwe ya bi Amerîkayê re li Sûriyeyê da rawestandin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Wezareta Parastin a Rûsyayê di derbarê xistina balafira Sûriyeyê ji aliyê balafirên şer ên koalîsyona navneteweyî ve daxuyanî da û ragihand ku memorandûma rm girtina qezayên hewayî ya li Sûriyeyê bi Amerîkayê re dane rawestandin. Wezeratê eşkere kir ku Amerîkayê beriya êrişê vê kanala ragihandinê bi Rûsyayê re bikar aniye.

Wezareta Parastin a Rûsyayê diyar kir ku koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, di dema operasyona xistina balafira Su-22ê ya aydî artêşa Sûriyeyê ya li Reqayê de, memorandûma berî girtina qezayên hewayî ya li Sûriyeyê ku bi Rûsyayê re li hev kiribûn bikar aniye û eşkere kir ku ji îro pê ve hevkariya bi Amerîkayê re di çerçoveya memorandûmê de dane rawestandin.