HSD: Artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di daxuyaniya xwe de ragihand ku heke artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me yên Reqayê bike em ê bersivê bidin.

Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) jî di nav de ye piştî ku Amerîkayê li Tebqayê balafira leşkerî ya rejima Sûriyeyê avêt daxuyaniyeke çapemenî belav kir. Berdevkê HSDê Telal Silo di axaftina xwe ragihand ku artêşa Sûriyeyê amadehiyan dike ku bi tank, top, hawan û balafiran êrişan bîne ser çeperên HSDê û got: “Heke artêşa Sûriyeyê êrişî çeperên me bike em ê bersivê bidin.”

Herwiha Wezareta Parastin a Sûriyeyê duhî di daxuyaniya xwe de ragihandibû ku koalîsayona navneteweyî ku Amerîka pêşengiya wê dike li herêma Reqayê balafireke me leşkerî avêt.

Wezaretê di berdewamiya daxuyaniya xwe de got:"Balafira me dema tekoşîna dijî rêxistina terorîst a DIŞIê dikir ji terefê Amerîkayê ve hat xistin."