Îsraîl: Ji 7 moşekên Îranê tenê 2 heb li hedefê DIŞIê ketin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Îranê roja duşema borî 7 moşek avêtibûn rêxistina DIŞIê. Li gorî îdîayan ji 7 moşekan 2 li hedefên DIŞIê û 2 jê li axa Iraqê ketin û aqubeta hersê moşekên mayî nayê zanîn.

Li gorî nûçeya rojnameya Haaretzê ku dispêre berpirsê Îsraîlê, armanca Îranê bi moşekên Zulfikar ku avêtin rêxistina terorîst a DIŞIê xwestiye welatên dijminê xwe çavtirsandî bike.

Rojname nûçeya xwe ku dispêre çavkaniyên leşkerî de ragihand ku Îranê 7 moşekên bi navê Zulfikar avêtin hedefên DIŞIê, lê gelek ji wan moşekan bi 10an kîlometro dûrî hedefên xwe ketin. Li gorî berpirsên Îsraîlî ev reqema moşekên îranî dide nişandan ku rêjeya hedefgirtina moşekan kêm e.