Nasnameya êrîşkarê Belçîk hate eşkere kirin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف

 


Peyvdarê serdozgeriya giştî ya Belçîkayê Eric Van Der ragihand ku, kesê ji aliyê hêzên ewlekariya Belçîkî de li Brukselê hatî kuştin kesekî xelkê Mexrîb (Morko)ye, di jiyê 36 saliyê de ye, pêşwext navê wî di lîsta kesên daxwazkirî de nebûye, herweha li cem polîs weke kesekî tawankar nehatiye tomar kirin.

Eric Van Der dibêje piştî êrîşkar di xwest li paytext Brukselê li êstgeha navendî ya trênê, êrîşeka terorî pêk bîne, ew ji aliyê leşkererkî ve hat gulebaran kirin piştî wî bi zimanê Erebî got "Elah û Ekber"wî canteke bombekirî li êstegê danî bû.