Tirkiye amadekariya operasyona Tilrifetê dike

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Artêşa Tirkiyeyê û Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) sewqiyata leşkerî ji bo operasyon li bajaroka Tilrifetê ku di bin kontrola YPGê de ye, pêk bînin dikin. Fermandarê ASAyê ji Sputnikê re ragihand ku piştî cejnê bi piştgiriya Tirkiyeyê dê operasyon li bajaroka Tilrifetê pêk bînin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên ASAyê hatin wergirtin, ji bo kontrolkirina bajaroka Tilrifetê ku di bin kontrola YPGê de ye û 20 kîlometro dûrî sînorê Tirkiyeyê ye, Artêşa tirk bi komên ku beşdarî Operasyona Mertalê Firatê bûne re amadekariya operasyonê dikin. Tirkiye sewqiyata leşkerî ya zêde di çerçoveya operasyonê de şand Ezazê, ji doh ve gelek obus, tank û wesayîtên bizirx şandin herêmê. Hate diyarkirin ku Tirkiye bo operasyonê komando û leşkerên taybet şandine herêmê.