Rûsya: Îhtîmaleke mezin Ebûbekîr Bexdadî hatiye kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Oleg Siromolotov ragihand ku îhtîmaleke mezin e Emîrê DIŞIê Ebûbekîr Bexdadî di operasyona asmanî ya balefirên Rûsî de hatiye kuştin.

Li gor daxuyaniyên Siromolotov balefirên şer yên Rûsiyayê beriya niha cêyek ku terorîstên DIŞIê têde civîn lidar xistine û tê payîn ku Emîrê DIŞIê Ebûbekir Bexdadî jî di nava wan de bûye, bordiman kirine û tê payîn ku di encama bordimana han de hevdem li gel kuştina hijmarek ji terorîstan Ebûbekir Bexdadî jî hatibe kuştin.

Her çend heta niha hevpeymaniya cîhanî di vê derbarê de ti daxuyaniyek nedaye lê tê gotin ku Rûsiya xwedan belgeye ku îsbat dikin Bexdadî hatiye kuştin.