Di encama teqînekî li Efxanistanê zêdetir ji 70 kesan bûne qurbanî

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف

 


Li gor ajansa nûçeyan ya Reutersê di encama teqîna tirimbîleke bombekirî li berdem leşkergeha Helmand ya li başûrê Afganistanê herî kêm 20 kes hatine kuştin û 50 kesên din jî birîndar bûne.

Berdevkê Waliyê Helmandê Omer Zwak da zanîn ku bi kêmî ve 20 kes hatine kuştin û 50 kesên din jî birîndar bûne. Zwak diyar kir ku teqîn li pêş şaxeke New Kabul Bank pêk hatiye ku di nav kuştiyan di hin karmendê bankayê jî hene.