Rûsya: Me ji Behra Spî 6 moşek avêtin çeperên DIŞIê yên li Sûriyeyê

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Wezareta Parastin a Rûsyayê ragihand ku ji keştiyên şer û noqavê yên li Behra Spî ve moşek pekandine çeperên DIŞIê yên li Sûriyeyê. Hate diyarkirin ku mîlîtanên ji êrişî xilasbûna bi operasyona hewayî hatine kuştin.

Wezareta Parastin a Rûsyayê bi daxuyaniyeke ragihand ku "6 moşekên Kalîbr kruz ji firkateynên Amîral Essen, Amîral Grîgorocîç û noqava Krasnodarê ku girêdayê Hêzên Behrê ya Rûsyayê ne, avêtine çeperên DIŞIê yên li Sûriyeyê."

Di daxuyaniyê de hat eşkerekirin ku depoyên cebilxaneyan û noqteyên kontrolê yên li bajaroka Akerbatê yên DIŞIê hatine jinavbirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku çeperên DIŞIê yên piştî êrişî, bi operasyona hewayî ya Hezên Hewayî-Fezayî ya rûsî ve hatine jinavbirin.