Pentagon: Biştîwanekî darayî yê terorîstên DIŞIê hate kuştin

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف

 


Pentagonê ragihand ku yek ji piştevanên diravî yê DIŞIê, di êrîşên esmanî yên koalîsyonê de, hefteya borî li Sûriyê hate kuştin.

Pentagonê diyar kir ku Fawaz Muhamad Jubayr Rawi emîrekî Sûrî bû û wî karê xwe yê darayî jibo fînansekirina kiryarên DIŞIê yên terorîstî bi kar tîna.

Pentagonê dide zanîn ku Rawi herwiha ji mehaneyên şervanên biyanî yên li Îraq û Sûriyê ji berpirs bû û ew di 16’ê Hezîranê de, di êrîşeke esmanî ya koalîsyonê de li bajarê Ebu Kamal ya nêzî tixubê Îraqê hate kuştin.

Rawi û kompanya wî, Hanifa Currency Exchange ji aliyê Wezareta Xezîne ya Amerîkî ve di dawiya 2016’an de, jiber rastreast fînansekirina kiryarên DIŞIê di nav lîsta reş ya piştevanên terorê de hatibûn tomar kirin.