Li Çînê zemîn şemitî û 140 kes ketin bi axê

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Li Siçuana eyaleta li rojavayê başûrê Çînê ji ber barana zêde hezaz çêbû û di encamê de herî kêm 141 kes dibin axê de ne.

Li gorî agahiyên rayedaran li Şinmoya gundê Maoşîenê bi saeta herêmî di 06.00an da hezaz çêbûye.

Hate diyarkirin ku ji ber hezazê gundekê di bin axê de maye. Herî kêm 141 kes dibin axê de ne, heta niha 3 kes sax hatine rizgarkirin.

Hat destnîşankirin ji bo xilaskirina kesên di bin axê de man ekîbeke ji 300 kesan pêk tê, şandine herêmê.

Rayedar destnîşan dikin ku qederê 3 milyon metrekûp kevir û xwelî hatiye xwarê û ji bo xilaskirina kesên di bin axê de mane xebat dewam dikin.