Ebadî: Hêzên me bi ti awayî naçin nava axa Sûriyayê

پۆستی ئەلیکترۆنی چاپکردن پ‌د‌ف


Serokwezîrê İraqê Haydar Ebadî di civîneke çapemeniyê de axifî û got eger di navbera welatên li dijî DIŞI ê hemahengî hebe, wê DIŞI têkbiçe.

Ebadî di beşeke din ji axaftinê xwe de got: Nabe ku ti hêzek me here nav axa Sûriyê. Divê em hêzên xwe yên ser sînor piştek bikin. Eger em nekin wê qels bimînin. Li nav dewleta Sûriyê niha aloziyeke mezin heye lê li İraqê hukumet heye. Di asta navdewletî de herkes lê rêzê digre.

Wisa diyare hukumeta merkezî ya Îraqê rexneyên ku ji der û dor tên û hem hêzên navdewletî zor didin ser wan da derbasî nav axa Sûriyê nebin. Wê di demên pêş de Abadî here Amerîkayê.